Leşkerên Tirk welatiyekî Rojavayî qetil kirin

Leşkerên Tirk welatiyekî Rojavayî qetil kirin

Mustafa Husîn ê xwest di sînorê Kîlîs-Rojava re derbas bibe ji aliyê leşkerên Tirk ve hat gulebarankirin, jiyana xwe ji dest da.

Mustafa Husîn ê hat ragihandin li gundê Merseva yê girêdayî Kantona Efrînê dimîne, duh êvarî dema xwest di sînor re derbasî Kîlîsê bibe ji aliyê leşkerên Tirk ve hat gulebarankirin. Husîn ê ji aliyê leşkerên Fermandariya Boluka Sungutepe ji zik û milê xwe birîndar bû, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku xizmên Husîn cenazeyê wî birîne Efrîn e.