Leşkerên Tirk welatiyên Kobanî gulebaran kirin: Kesek mir, 2 birîndar

Leşkerên Tirk welatiyên Kobanî gulebaran kirin: Kesek mir, 2 birîndar

Leşkerên Tirk 3 Kobaniyên xwestin sînorê Kobanê-Pirsûsê derbas bikin gulebaran kirin. Di êrîşê de kesekî jiyana xwe ji dest, 2 kes jî birîndar bûn.

3 welatiyên Kobanê yên xwestin di nuqteya sînor a gundê Tilşehîr a 2 km dikeve rojavayê Kobanê re derbasî Pirsûsê bibin ji aliyê leşkerên Tirk ve ji wesayîta tîpê akrep hatin gulebarankirin.

Di encama êrîşê de Ehmed Seyîd Ehmed ê 35 salî jiyana xwe ji dest da. Birayê wî Kemal Seyîd EhmeD û welatiyê din ê bi navê Bozan Berkel jî birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneya Kobanê. Hat hînbûn ku rewşa Kemal Seyît Ehmed giran e.