Spekulasyonên der barê balefira Tirk a ji aliyê Sûriyeyê ve hatibû xistin berdewam dike. Çapemeniya Îranê ragihand ku balefira Sûriyeyê bi balefirşkênê hatiye xistin û leşkerê balefir xist jî hatiye xelatkirin.
Li gorî nûçeya ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Farsê ve hat belavkirin, balefira Tirkan a li peravên Sûriyeyê ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve hat xistin, ne bi fuzeyan, bi balefirşkênan hatiye xistin.
Di nûçeya dispêre rayedareke leşkerî yê Sûriyeyî de, leşkeran balefira nenas a ku di 22’ê hezîranê de ket nava xaka Sûriyeyê û nizim difiriya, dîtine û agahî dane rayedaran, rayedaran jî fermana “lêxin” dane, leşkeran bi balefirşkêna 23 milîmetreyî balefirê xistine. Di nûçeyê de tê gotin; “malpera nûçeyan a bi navê Dram Press a ku ev nûçe belav kir, fermandaran belgeya teqdîrê û hin pere dane leşkerê balefir xistiye.”