Li 11 navendan coş û pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
Li 11 navendan coş û pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
Li 11 navendan coş û pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
Li zêdeyî 30 navendan bi şîara "Ji Ocalan re azadî ji kurdan re statu" pîrozbahiya Newrozê dest pê kir. Bi 10 hezaran kes li 30 navendan diherikin qada Newrozê û dê heta êvarî pîrozbahiyên Newrozê pêk bînin. Ji niha ve li Gever, Bazîd, Melezgîrt, Tetwan, Erdexan, Sîlopî, Sêrt, Semsûr, Xerpêt, Sêwereg û Cyehanê bi tevlêbûna 10 hezaran girse diherike qadan û dest bi pîrozbahiyê kirin.
GEVER
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi şîara "Ji Ocalan re azadî, ji kurdan re statû" li stata sporê ya bajar bi tevlêbuna 10 hezaran kesan pîrozbahiya Newrozê dest pê kir. Girseyên li tax, gund û kolanan kom dibin ji bo tevl^î pîrozbahiyê bibin berê xwe didin qada Newrozê û ber bi qada Newrozê ve diherikin. Polîsan li gelek deveran nokteyên lêgerînê avakirin. Polîsan li 2 nokteyên ku 100 metreyan dûrî qada pîrozbahiyê ye nokteyên lêgerînê avakirin. Seha Newrozê ji aliyê 400 kesên ku ji aliyê komîteya Newrozê ve hatine peywirdakirin tê parastin.
Qada Newrozê ji aliyê komîteya amadekar ve bi rengên kesk, sor û zer hatiye xemilandin. Dê li 4 nokeyên cuda agirê Newrozê bê pêxistin. Li qada Newrozê ambulans û itfaiye jî hatin peywirdakirin. Li qadê posterên mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêşengê PKK'ê Mazlûm Dogan hat daliqandin. Dîsa li qadê pankartên mezin ên "Biryara Rêber Apo biryara gele", "Operasyonên hewayî yên li ser Qendîlê hevdîtina pêvajoya Îmraliyê sabote dike", "Me bi Rêber Apo re destpê kir, em bi Rêber Apo re bi ser bikevin", "Ji Rêber Apo re serkeftin, çareseriyek demokratîk", "Tu tişt mîna berê namîne, her tişt wê bigihije vegûherineke bingehîn", "Berxwedana zindana agirê Newrozê geş kiriye", "Jinên ku bi mejî dil û bedenên xwe ji 8'ê adarê heya 21'ê adarê bi vin û birdoziyên xwe geş kirine û bi rihê têkoşîna Zîlan, Bêrîvan, Ronahî, Sema û Sara'yan Newrozê silav dikin" hatin daliqandin. Dîsa wêneyên Ronahî û Bêrîvan hatin vekirin.
Li qadê pankarta "Em destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê silav dikin" jî hat daliqandin. Gelek wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hatin rakirin. Gelek stantên xwarinê hatin vekirin û tuwaletên seyar hatin sazkirin. Jinên bi rojan in li benda pîrozbahiyê ne bi cil û rengên xwe yên zindî li qada newrozê dîmenên zindî avakirin. Hekîna qadê didome. Ji niha de zêdeyî 20 hezar kes li qada Newrozê kom bûn.
BAZÎD
Li navçeya Bazîdê jî bi heman şîare pirozbahî bi coşek mezin dest pê kir. Ji serê sibê de bi hezaran kes herikî qada Newrozê û bi 10 hezaran kes li qada Newrozê kom bûn. Welatiyên li tax û gundan kom bûn û berê xwe dan qada Newrozê bi cil û bergên xwe yên herêma Agiriyê qada Newrozê xemilandin. Li qadê zarok reng û xemilên kesk, sor û zer difiroşin û qad bi nepoxên kesk, sor û zer hat xemilandin. Kurdên ji Îranê hatin jî eleqeyek mezin nîşanî Newrozê didin.
SÊRT
Li Sêrtê serê sibê bi hezaran kes beri bi Qada Newrozê ya li ber riya Dihê ve dest bi herînê kir. Welatî piştî li 3 nokteyan rastî lêgerînê hatin ketin qadê. Li dora qadê di nav de tîmên taybet jî hene gelek poîlsan bi wesayîtên zirxî tedbîr girtin. Qada Newrozê bi rengên kesk, sor û zer hate xemilandin û li ser dikê pankratên “Berxwadana Rojava silav dikin”, “Em dê bi agirê Newrozê pêşkiya aştiyê vebikin", "Bila operasyon rawestin û pêşiya aştiyê vebikin" û "Têkoşîna gelan a azadî û biratiyê dê qezenc bikin" hatin daliqandin û slogana “Bijî Serok Apo” hate qîr kirin. Li bendêne ku Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak bi komekî qelebalik li taxên Bariş û Conkbayir dê heta qadê bimeşin.
SILOPÎ
Li navçeya Silopî ya Şirnexê jî pîrozbahiya Newrozê bi coşek mezin dest pê kir. Bi hezaran welantî ji serê sibê de li tax, kolan û gundan kom bûn û ber bi qada Newrozê ve herikîn. Girseya ku li kontarê çiyayê Cûdî taxa Barbarosê kom bûn, qada Alihemsê dije kirin. Ji gundan jî bi hezaran welatî hatin tevlî pîrozbahiyê bûn. Li ser dika pîrozbahiyê posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû" vekirin. Li gelek qadên cuda yên Newrozê jî pankartên "Bi giyana gel a şoreşgerî, ji Rêber Apo re silav", "Botan serhildane, serhildan azadiya Rêber Apo ye", "Yan bi Rêber Apo re jiyana azad, yan ji şehadeta bi rûmet", "Heya rêber Apo azad nebe, aşiti şaşitiye" , "Şoreşa Rojava, şoreşa tevahiya Kürdistanê ye" ve "Azadiya rêber Apo, azadiya jinên cihanê ye" vekirin. Bi sedan alên PKK, KCK, YPG'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Bi hezaran kesên li qada Newrozê kom bûn siloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gele, gel li vire" û "Ocalan" qîr dikin.
SEMSÛR
Li Semsûrê jî li Duryana Mahmut Grubuzcan a li taxa Yeniyê Newrozê tê pîrozkirin. Welatî ber bi qadê ve diherikin û piştî lêgerînan welatî dikevin qadê. Li ser dikê pankaratên "Bi rizgariya demokratîk jiyana azaad" û "Bi Ocalan re muzaker çareseriya demokratîk" hatin daliqandin.
XERPÊT
Li Xerpêtê jî bi sedan welatî li ber avahiya BDP'ê ya Xerpêtê hatin cem hev û ber bi Qada Îstasyonê ve meşiyan. Di meşê de slogana "Bijî Serok Apo" hatin bilind kirin. Di dema meşê de hêzên çewîk tedbîrên berfireh girtin. Welatî piştî lêgerînê ketin qadê. Li ser dikê pankartên "Ji bo jiyanek bi rûmet, an azadî an azadî", "Bi rizgariya Demokratîk ber bi Newroza jiyana azad" û "Newroz pîroz be" hatin daliqandin. Welatî li qadê bi mûzîkê govendê digirin.
SÊWEREK
Li navçeya Sêwerekê ya Rihayê jî li Kompleksa Sporê ya Îrfan Tuysuz a taxa Şerîko bi hezaran welatî ji bo Newrozê pîroz bikin dimeşin. Li ser dikê pankartên "Bi rizgariya demokratik Newroz pîroz be" û "Newroz şima pîroz boy" hatin daliqandin. Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk dê tevlî bernameya Newrozê bibe.
CEYHAN
Rêxistina BDP'ê ya Ceyhan jî li qada ber Stadyuma Bajar a Ceyhanê pîrozbahiya Newrozê organîze dike. Bi hezaran welatî ber bi qadê ve diherikin. Welatî piştî li 3 nokteyan rastî lêgerînê tên dikevin qadê. Li ser dikê "Ji Ocalan re azadî ji kurdan re stutû", "Welatê Demokratîk, netewa demokratîk, komara demokratîk", "Ji Ocalan re azadî ji qirikirinê re na" "Bi Ocalan re muzakera çareseriya demokratîk" û "Rizgariya demokratîk û jiyana azad" hatin daliqandin. Zilam û jin bi kincên gelerî tevlî mitîngê dibin. Girse bi muzîkê govendê digirin û herîkîna girseyê berdewam dike.
MELEZGÎRT
Li navçeya Melezgirta Mûşê jî bi heman silogan û şîarê bi sedan kesên ji tax û gundan hatin li qada Newrozê kom bûn u dest bi pîrozbahiyê kirin. Girseya ku li ber avahiya BDP'ê kom bû û govend gerandin. Bi hezaran kesên li ber avahiya BDP'e kom bûn bi meşê derbasî qada Newrozê bûn. Girsê bê navber siloganên "Ji Serok re azadî", "Bijî Serok Apo", "Silav, silav ji Îmraliyê re hezar silav qîr kirin. dîsa alên PKK û Konfederalizmê rakirin. Dîsa gelek posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin rakirin.
TETWAN
Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê jî bi hezaran kes li qada Fuarê kom bûn û dest bi pîrozbahiyê kirin. Girseya ku li ber avahiya BDP'ê kom bûn, bi def û zurneyan meşiyan qada Newrozê. Girsê bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Dîsa dîsa serhildan serokê me Ocalan", "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" bilind kirin. Newroz Dê saet di 11.30'an de pêk bê.
ERDEXAN
Li Erdexanê jî bi heman şîarê, pîrozbahiya Newrozê li qada Parka Şehirê dest pê kir. Bi hezaran kesên li ber avahiya BDP'ê kom bûn, bi def û zurneyan û bi pankartên "Çareseriya Demokratik, Ji Ocalan re azadî" û "Cejna Newrozê pîroz be" û ala kesk, sor û zer ku ji 10 metreyan pêk tê meşiyan qada Newrozê. Girsê siloganên "Bijî serok Apo", "Bê serok jiyan nabe" berz kirin. Niha li qada Newrozê bi hezaran kes kom bûne û govendê digerînin.