Li 15 endamên BDP'ê ceza hat barandin
Li 15 endamên BDP'ê ceza hat barandin
Li 15 endamên BDP'ê ceza hat barandin
9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê li 15 endam û rêveberên BDP'ê û saziyên sivîl ên ji "Meclisa Bajar a KCK'ê" ya Wêranşara Rihayê tên darizandin ji bo her kesekê/î di navbera 6 û 10 salan de cezayê hepsê birî.
Di 31'ê Gulana 2012'an de li Navçeya Wêranşarê bi îdîaya "Meclisa Bajar a KCK'ê ye" 15 kes hatibûn girtin û doz li wan hatibû vekirin. Rûniştina doza 15 kesên ku ji "Meclisa Bajar a KCK'ê" ya Wêranşara Rihayê dihatin darizandin duh li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştina dozê de 2 jê girtî 15 kes dihatin darizandin, hemû siyasetmedar û parêzerên wan amade bûn. Di rûniştinê de piştî xwendina delîlan siyasetmedaran parastin kirin û delîlên der barê xwe de red kirin.
Heyetê piştî li parastina 15 siyasetmedaran guhdar kir, bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" li her kesekî di navbera 6 û 10 salan de ceza birî. Têkildarî cezayê ku li siyasetmedaran hatiye birîn Prz Gulşen Ozbek, diyar kir ku biryara dadgehê daye li dijî xebatên BDP'ê ye û dixwaze xebatên BDP'êwekî xebatên dij zagonî nîşan dibe. Ozbek, anî ziman ku hemû îdîa ji xebatên BDP'ê yên navxweşî û rêziknameyê pêk tên û hemû xebatên rûtin û asayî ne.
Ozbek, da zanîn ku li aliyekî hem zagona "Azadiya raman, îfade û rêxistinê" nîşan dide û li aliyê din jî kesên siyasetê dikin û di çarçoveya azadiyê ramanê de tev digerin rastî cezayan tên. Ozbek, da zanîn ku ev girtin û cezakirin li pêş azadiya ramanê, rêxistinê û îfadeyê astengiya herî mezin e. Ozbek, da zanîn ku wisa kirie ku çûna BDP'ê jî wekî suc tê dîtin û ev darizandin li dijî zagonan e.