Li 15 navendan pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê

Li 15 navendan pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê

29. salvegera pêngava 15'ê Tebaxê, li Êlih, Dêrik, Wan, Îdir, Îzmîr, Bazid, Basa, Hezex, Şemrex, Mensorî, Kerboran, Nisêbîn, Bismil û Qoserê bi şahiyan hat pîrozkirin.

Rêxistina BDP'ê ya Wanê, bi wesîleya salvegera pêngava 15'ê Tebaxê li Parka Ehmedê Xanî şahiyek lidar xist. Bi hezaran welatî, li pênc nuqteyên cûda yên lêgerînê derbasî qada pîrozbahiyê bûn. Li platforma li parkê li ser pankarta bi nivîsa "Em bi rihê 15'ê Tebaxê têkoşîna demokratîk xurt bikin, Rêber Apo Azad bikin" wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mahsûm Korkmaz (Egîd) û Gulnaz Karataş (Bêrîtan) hatin daliqandin.

Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê û sirûda "Çerxa Şoreşê destpê kir. Girseya gel li ber stranên hunermendê NÇM'ê Bêjan Berkan, govend gerand. Li dû axaftina Hevserokê BDP'ê yê Wanê Mûsa Îtah, hunermendên NÇM'ê Kadîr Çat û Bulent Tûran derketin ser dikê û pîrozbahî heta derengiya şevê bi coş dewam kir.

BAZID: Li navçeya Agirî Bazidê jî, salvegea 15'ê Tebaxê li ber avahiya Şaredariyê hat pîrozkirin. Li gel Parlamenterê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Akso, Şaredara Bazidê Canan Korkmaz û rêveberên BDP'ê yên navçeyê, bi sedan kes di pîrozbahiyê de amade bûn. Pîrozbahî, bi govenda li ber stranên Koma Serhat û hunermendên herêmî heta derengiya şevê dewam kir.

ÎDIR: Li Îdirê 15'ê Tebaxê li Parka Medet Serhat hat pîrozkirin. Li qada pîrozbahiyê li gel wêneyên Ocalan, wêneyên gerîlayên di demên cûda de jiyana xwe ji dest dane û rengên kesk, sor û zer hatin daliqandin. Pîrozbahî, li gel rêveberên BDP û şaredaran bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat. Di pîrozbahiyê de piştî axaftinan hunermend Siyabend û yek ji hunermendên NÇM ya Awûstûralyayê Baran Şoreş derketin ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kirin.

ÎZMÎR: Li Bornovayê 15'ê Tebaxê li Taxa Doganlarê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya bi beşdariya bi sedan kesî de endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Yûsûf Kaya behsa girîngiya dîrokî ya 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd kir û komkujiya li Rojava şermezar kir. Pîrozbahî li dû axaftinan bi govendê bi dawî bû.

ÊLIH: Rêxistina BDP'ê ya Êlihê, li Parka Jinê ya 8'ê Adarê ya li Taxa Çandê ya Êlihê şahiyek lidar xist. Di pîrozbahiyê de li gel Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, rêveberên BDP, MEYA-DER, KURDÎ-DER, DOKH, Meclîsa Ciwanan a BDP'ê ya Êlihê, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, nûnerên Rêxistinên Civakî yên sivîl gelek kes amade bûn.

Li dû konsera Koma Rosîda û hunermend Tûran Şengul, Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata axivî û diyar kir ku 15'ê Tebaxê cejna vejînê ya gelê Kurd e. Ata got, "Navgîna yekane ya di destê me de, soza me û evîna me ya azadiyê ye." Pîrozbahî bi stranên Koma Gulên Xerzan bi dawî bû.

DÊRIK: Li navçeya Mêrdîn Dêrikê, 15'ê Tebaxê li Qada Cevîzpinarê bi şahiyekê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat pîrozkirin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê, hunermendên Navenda Çandê ya Qedrîcan a Şaredariya Dêrikê derketin ser dikê û girseya gel ji ber stranên wan govend geran. Rêvebera BDP'ê ya Mêrdînê Hasîbe Mengîrkaon li vir behsa girîngiya rojê kir û dûre Koma Dengê Amara, Koma Kûrtay Faraşîn û hunermend Mervan berhemên xwe pêşkêş kirin.

BASA: Li navçeya Şirnex Basayê, bi wesîleya salvegera 15'ê Tebaxê li ber avahiya BDP'ê ya navçeyê şahiyek hat lidarxistin. Jin û mêrên beşdarî şahiyê bûn, bi kincên xwe yên gelerî reng dan. Di şahiyê de li dû stranên komên herêmî fîşekên hewayî hatin teqandin. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Basayê Ahmet Tong li vir peyivî û got, "Şoreşa îro li Rojava pêk tê, bi saya fîşeka yekemîn a di sala 1984'an de hatiye teqandin e." Dûre ciwan bi meşaleyan meşiyan.

HEZEX: Li navçeya Hezexê jî bi wesîleya 15'ê Tebaxê li bajarokê Deşatadarê şahiyek hat lidarxistin. Şaredarê Deşatadarê M. Emîn Akman li vir peyivî û berxwedana YPG'ê ya li dijî çeteyên bi piştgiriya hêzên derve, silav kir. Akman, 15'ê Tebaxê li tevahiya gelên Rojhilata Navîn pîroz kir. Şahî bi govendê bi dawî bû.

ŞEMREX: Rexistina BDP'ê ya Şemrexê, salvegera pêngava 15'ê Tebaxê li garaja şaredariyê ya kevin a li taxa Gundoganê bi şahiyekê pîroz kir. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Şemrexê Mehmet Şik di axaftina xwe ya li vê derê de destnîşan kir ku bi saya 15'ê Tebaxê polîtîkaya înkar û tinekirinê ji holê rabûye. Şahî bi stranên Koma Amara û koma muzîkê ya Navenda Çandê ya Mehmed Ûzûn heta derengiya şevê dewam kir.

MENSORÎ: Li bajarokê Mensorî jî bi beşdariya sedan kesî çalakiyek hat lidarxistin. Hevserokê BDP'ê yê Mêrdînê Reşad Kaymaz li viripeyivî û bang li jin û ciwanan kir ku xwedî li şoreşa Rojava derkevin. Pîrozbahî bi govendê heta derengiya şevê dewam kir.

MIDYAD: Pîrozbahiya li navçeya Midyadê jî, li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya navçeyê pêk hat. Di pîrozbahiya bi pankarta bi nivîsa "Em bi rihê 15'ê Tebaxê Şoreşa Rojava silav dikin" de li gel Parlamenterê BDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora bi hezaran kes amade bûn. Dora di axaftina xwe ya li vê derê de bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya bi Newrozê re destpê kiriye û destnîşan kir ku ew ji bo avakirina neteweke demokratîk a ji bo tevahiya gel û komên etnîkî ketine ser rê.

KERBORAN: Pîrozbahiya ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Kerboranê hat organîzekirin, bi beşdariya dehhezaran kesî pêk hat. Parlamenterê BDP'ê yê Mêrdînê di pîrozbahiya li vê derê de jî amade bû û bang li hikûmetê kir ku di vê pêvajoya çareserî tê nîqaşkirin de, demek berî demekê gavan biavêje.

NISÊBÎN: Li navçeya Nisêbînê jî, bi sedan kes li Parka Mûsa Anter hatin cem hev û bi coşa mîtîngê salvegera 15'ê Tebaxê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de Hevserokê BDP'ê yê Nisêbînê Abdulbarî Eren bal kişand ser girîngiya pêngava 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd û destnîşan kir ku ew fîşeka destpêkê bi tenê li dewleta Tirk neket, di heman demê de li bêvînbûyîna Kurdan, li xiyanetê, li teslîmiyet û li feodalîteyê ket." 

BISMIL: Li navçeya Amed Bismilê, tevî Şaredara Navçeyê Cemîl Emînoglû bi beşdariya bi sedan kesî li kolana Mem û Zîn pîrobahiyek hat lidarxistin. Hevserokê BDP'ê yê Bismilê Tûfan Tûnç di axaftina xwe ya li vir de silav li berxwedana Roajva kir û destnîşan kir ku berxwedana Rojava berxwedana tevahiya Kurdistanê ye.

QOSER: Rêxistina BDP'ê ya navçeya Mêrdîn Qoserê jî bi wesîleya 15'ê Tebaxê li Qada Azadiyê şahiyet lidar xist. Serokê BDP'ê yê navçeya Qoserê Fettah Tekîn li vir peyivî û got, "Heta ku em bijîn, kes nikare posterên Birêz Ocalan ji qadan bikin. Heta Birêz Ocalan azad bibe emê her tim li qadan bin." Şahî bi stranên hunermendên NÇM'ê bi dawî bû.