Li 18 bajarên Iraqê 27 êrîş: 107 mirî, 216 birîndar

Li 18 bajarên Iraqê 27 êrîş: 107 mirî, 216 birîndar

Li gorî encamên nû yên rayedarên Iraqê dayî, îro di êrîşên tevayî welat rû dayîn de herî kêm 107 kesan jiyana xwe ji dest dane, 216 kes jî birîndar bûne.

Di du salên dawî de Iraqê roja xwe ya herî bixwîn jiyan kir. Li gorî daxuyaniyên ji aliyê rayedaran ve hatî kirin, hate aşkera kirin ku li gel paytext Bexdayê jî li 18 bajaran 27 êrîş qewimîne. Herî kêm 107 kesan jiyana xwe jidest dane û 216 kes jî birîndar bûne. Heya niha kesê êrîş negirtine ser xwe û fikar hene ku encam girantir bibe.