Li 26 navendan coşa Newrozê
Li 26 navendan coşa Newrozê
Li 26 navendan coşa Newrozê
Agirê Newrozê li 26 navendan ji aliyê 100 hezaran ve hat geşkirin. Li Bismil, Misirc, Pasûr, Çinar, Kurecik, Qereqoçan, Kanîreş, Kerboran, Erdîş, Bêgirê, Saray, Westan, Bazarcix, Tekman, Qereçoban, Şemzinan, Bedlis, Melezgirt, Bandirma, Yenîceoba, Edene, Salîhlî, Alaşehîr, Agirî, Gole û Gimgimê Newroz bi tevlêbûna 100 hezaran kesan ve hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de bi 100 hezaran got "Ji Ocalan re azadî ji kurdan re statu".
BÊGIRÎ
Li navçeya Bêgirê li qada vala ya tenişta Şaredariyê bi tevlêbûna hezaran kesan Newroz hat pîrozkirin. Bi hezaran kesên li qada newrozê kom bûn, ala Konfedaralizima Demoratîk vekirin û bi cilên xwe yên rengîn qada Newrozê xemilandin. Di pîrozbahiyê de parlamenterên BDP'ê, rêveberên BDP’ê amade bûn. Pîrozbahiyê bi rêzgirtin û agirê Newrozê dest pê kir. Di pîrozbahiyê de axaftin hatin kirin û li dora Agirê Newrozê govend hat gerandin.
SERAY
Li navçeya Seraya Wanê jî yekem car pîrozbahiya Newrozê li qada Cumhuriyetê bi girseyî pêk hat. Welatiyên ketin qada Newrozê piştî di nokteyên lêgerînê yên leşkeran re derbas bûn ketin qada Newrozê. Girsê di qada Newrozê de posterên Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan vekirin û bê navber siloganên “Bijî Serok Apo" berz kirin. Pîrozbahiyê bi govend û muzîkê bi dawî bûn.
WESTAN
Li navçeya Westanê ya Wanê jî bi sedan kes li kontarê Çiyayê Artosê kom bûn û bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de parlamenterên BDP'ê, rêveberên BDP'ê, jî di navde bi sedan kes amade bûn. Di pîrozbahiyê de pankarta “Newroz pîroz be”, hat vekirin û bê navber silogana “Bijî Newroz" û PKK gel e, gel li vir e" hatin berzkirin. Li vir jî axaftin hatin kirin û piştî axaftinan girsê li ber stran û dora agir govend gerandin.
BAZARÇIX
Li bajaroka Bazarçixê ya Qersê jî bi tevlêbûna zêdeyî hezar kesan Newroz bi coşek mezin hat pîrozkirin. Ji serê sibê de ji gund û navçeyên derdorê bi hezaran kes hatin li qada Newrozê kom bûn û pankarta "Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu" hat vekirin. Li vir jî axaftin hatin kirin. Piştî axaftinan peşama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newrozê hat guhdarkirin. Piştre pîrozbahiyê bi dengbêj Hozan Yakup, Dengbêj Engin û muzikê herêmî beredawam kir.
TEKMAN
Li navçeya Tekmanê ya Erziromê jî Newroz li pêş avahiya BDP'ê ya Tekmanê bi tevlêbûnek mezin pêk hat. Li qada Newrozê pankarta "Ji Ocalan re azadî, ji kurdan re statu" hat vekirin. Dîsa wêneyên 3 jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin hatin vekirin. Qad bi rengê kesk, sor û zer hatin xemilandin. Endam û rêveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên civakî jî amade bûn. Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Sirri Sakik, êrîşa li Erziromê pêk hat şermezar kir û diyar kir ku ew dê bi israra aştiyê bersîvê bidin wan. Di pirozbahiyê de peyama girtiyan hatin xwendin û Koma Dengê Tatos, Erol Berxwedan, Hozan Bengin derketin ser dikê. Pîrozbahî bi govendê bi dawî bû.
QEREÇOBAN
Li navçeya Qereçobana Erziromê jî Newroz ji aliyê hezaran kesan ve li qada Cumhuriyetê hat pîrozkirin. Bi hezaran kesên tev li pîrozbahiyê bûn bi cilên xwe yên neteweyî qada Newrozê xemilandin. Girseya ku piştî lêgerînê derbasî qada Newrozêb bûn, bê navber siloganên "Ocalan","Bijî serok Apo" berz kirin. Li vir jî heman pankart hat vekirin û alên PKK'ê û posterên Ocalan hatin rakirin. Pîrozbahî bi muzîk û govendê bi dawî bû.
ŞEMZÎNAN
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê jî bi hezaran kes li qada Çemê Pêsanê kom bûn û Newroz pîroz kirin. Girse ji serê sibê de li qada Çemê Pêsanê kom bûn. Welatiyên ji gundên derdorê hatin jî coş û rengek da Newrozê. Welatî piştî di 2 nokteyên legerînê re deras bûn ketin qada Newrozê. Ji bajaroka Rûbarokê tevlêbûna Newrozê zêde bal kişand ser xwe. Pîrozbahî bi axaftin muzîk û govendê bi dawî bû.
AGIRÎ
Li Agirî jî di saetên serê sibê de bi hezaran kes li ber avahiyên BDP'a Agirê kom bûn û bi meşê derbasî qada Newrozê Pazara Pûş bûn. Li qada Newrozê pankarta "Newroz pîroz be" vekirin û siloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gel gel li vir e", "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin. Girse di 8 nokteyên lêgerîna re derbasî qada Newrozê bûn. Komê dîsa li qada Newrozê pankartên "Silav ji Aştiyê re", "Newroz pîroz be", "Ji Ocalan re azadî ji Kurdan re statu" vekirin. Dîsa posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin. Pîrozbahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Di pirozbahiyê ed Parlamenterê BDP'ê yê Agiriyê Halil Aksoy axivî û Hozan Canê konser da. Girsê bê navber silogana "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kir. Di pîrozbahiyê de dayika pêşenga PKK'ê Sema Yuce Zenure Yuce, derket ser dikê û Newroza gel pîroz kir. Piştre peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin. Pîrozbahî bi konsera Hozan Canê bi dawî bû.
GIMGIM
Li navçeya Gimgimê ya Mûşê jîe pîrozbahiya Newrozê ji serê sibê de dest pê kir. Girseya ku li ber avahiya BDP'ê kom bûn govend gerandin û Newroz pîroz kirin. Di pirozbahiyê de Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk û endamên Rêveberên BDP'ê û şaredar amade bûn. Li vri jî pankarta "Ji Ocalan re azadî ji gelê kurd re statu" û "Newroz pîroz be" vekirin. Girsê bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e" berz kirin. Newrozê bi rêzgirtin û pêxistina Agirê Newrozê dest pê kir. Koma muzîkê ya zarokan a Navenda Çanda Mordemê stran gotin. Komek ciwan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK, PKK'ê vekirin û meş pêk anîn. Pîrozbahî bi starên Mahsun û Serdar, Koma Gimgim û Koma Agiré Zerdeşt kû govendê bi dawî bû.
GOLE
Li navçeya Gole ya Erdexanê jî Newroz ji aliyê sedan kesan ve hat pirozkirin. Li gel dorpêça polîsan serê sibê bi sedan kesan bê navber ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silogan berz kirin û Newroz pîroz kirin. Parlamentera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Birtane û rêveberên BDP'ê jî tev li pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahî piştî axaftinan bi muzîk û govendê bi dawî bû.
BÎSMÎL
Li navçeya Bîsmîlê ya Amedê bi hezaran kes li taxa Akpinarê hatin cem hev û Newroz pîroz kirin. Serê sibê bi hezaran kes piştî lêgerînê ketin qadê. Li qada polîsan bi t TOMA, wesayîtên zirxî tedbîrên berfireh giretin. Li qadê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin û alên PKK û KCK'ê hatin hilgirtin. Li qadê li gel pankratan sloganên "Şehîd namirin" , "Bijî Serok Apo" , "PKK gele gel li vir e" hatin berzkirin. Parlementera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna, diyar kir ku Newroz Bîsmîlê provaya Newroz Amedê ye û wiha got: "Ewlehiya me têkoşîna serokatiya me ya di salên 70'an de daye destpêkirin.e." Piştî axaftina Ayna hunermend Siyabend, Ronî, Denge Jine Azad û Peyman Arjîn derketin ser dikê û bi stran û govend bi dawî bû.
ÇINAR
Li navçeya Çinarê ya Amedê ji bi hezaran kesan Newroz pîroz kirin. Qada Newrozê bi alên PKK û KCK'ê hate xemilandin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin û wêneyên 3 jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin hatin daliqandin. Li ser dikê gelek pankart hatin daliqandin. Parlementera BDP'ê Emîne Ayna piştî pîrozbahiya Bîsmîlê tevlî pîrozbahiya Çinarê bû. Ayna, diyar kir ku ew dê li Amedê azadiya Ocalan û statuya kurdan biqêrin. Piştî agirê Newozê hate hilkirin pîrozbahî bi stranan û govendê bi dawî bû.
KURECÎK
Li bajaroka Kurecikê ya navçeya Akçadagê ya Meletiyê jî yekemîn car Newroz hate pîrozkirin. Pîrozbahiya li ber buroya BDP'ê pêk hat nûnerên HDK'ê û sedan kes tevlîbûn. Li qada pîrozbahiyê pankratên "Bi rizgariya demokratîk jiyanekî azad" û "Newroz pîroz be" hatin daliqandin. Li qadê wêneyên ji pêşengên PKK'ê Mazlum Dogan, şoreşgerên Tirkiyeyê Sînan Cemgîl, Îbrahîm Kaypakkaya, Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan hatin vekirin. Endamê Meclîsa BDP'ê Mazhar Zumrut axivî û diyar kir ku Newroz îsal dê bibe Newroza azadiya Ocalan û statuya kurdan. Pîrozbahî bi stranan bi dawî bû.
DEP
Li navçeya Depê ya Xerpêtê jî li Qda Otogarê jî Newroz hate pîrozkirin. Welatî piştî lêgerînê ketin qadê. Piştî rêzgirtinê bernameyê dest pê kir. Jin bi kincên gelerî tevî pîrozbahiyê bûn. Li qadê wêneyên ji pêşengen PKK'ê Mazlum Doga û pankratên "Ji bo jiyanek bi rûmet an azadî an azadî", "Bi rizgariya demokratîk Newroza jiyana azadî" hatin daliqandin û sloganên"Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" berzkirin. Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê Asiye Kolçak, diyar kir ku li warê Mazlum Dogan pîrozkirina Newrozê hîsekî gelek cuda ye û wiha got: "Dema behsa Newrozê tê kirin Mazlum Dogan, dema behsa Mazlum Dogan tê kirin Dep tê hîsên mirovan. Ji ber ku 30 salin me gelek bedel dan." Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê Osman Ozçelîk ji axivî û Newroz pîroz kir. Piştî agirê Newrozê hate hilkirin bi hezaran kesan govend girt.
KANÎREŞ
Li navçeya Kanîreşê ya Çewlîkê jî bi hezaran kesan Newroz li be şaredariya Kanîreşê pîroz kir. Li qadê gelek pankarta hatin daliqandin. Piştî rêzgirtinê sruda "Çerxa Şoreşê" hate xwendin û sloganên "Bijî Serok Apo" û "Şehît namirin" hatin berzkirin. Serokwekîlê Koma BDP'ê Îdrîs Baluken diyar kir ku Newoza sala 2013'an dê bibe Newroz azadiya kurdan. Piştî axaftinê bernameyê bi govendê berdewam kir.
KERBORAN
Li navçeya Kerboranê li Qada Miradê Kinê bi hezaran kesan Newroz pîroz kir. Di mitîngê de gelek posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin û wêneyên 3 jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin hatin daliqandin. Di qadê de sloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gele gel li vir e" û "Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye" hatin berzkirin. Piştî rêzgirtinê agirê Newrozê hate hilkirin û sruda "Çerxa şoreşê" hate xwendin. Parlementerê BDP'ê Erol Dora, xwest ku Newroz ji çareseriya pirsgirêka kurd re bibe vesîle.
PASUR
Li navçeya Pasurê ya Amedê jî bi hezaran kesanli taxa Turgut Ozal Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de piranî jinan cih girt û di pîrozbahiyê de wêneyên 3 jinên li Parîsê hatin qetilkirin û pankratên "Ji Ocalan re azadî ji Kurdan re statu" û "Newroz pîroz be" hatin daliqandin. Li qadê sloganên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Piştî rêzgirtinê agirê Newrozê hate hilkirin û Parlementera BDP'ê Nursel Aydogan axivî û diyar kir ku gelê Pasurê tu caran li hemberî zilmê serê xwe netewandiye. Piştî axaftinê pîrozbahî bi govendê bi dawî bû.
MISIRC
Li navçeya Misircê ya Sêrtê jî li Qada Komurê welatiya bi muzîk û govendê Newroz hate pirozkirin. Li qada Newrozê gelek pankartê hatin daliqandin. Li qadê sloganên "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Jin bi kincên gelerî tevlî pîrozbahiyê bûn. Piştî axaftinan Hunermend Cevdet Bagcan derket ser dikê û staran gotin.
ERDÎŞ
Li navçeya Erdîşê ya Wanê li Riya Pişeyî ya Berê Newroz pîroz kir. Girse piştî lêgerîna polîsan li 3 nokteyan derbasî qadê bûn. Jin bi kincên gelerî tevlî pîrozbahiya bûn. Di qadê de posterên Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin vekirin û sloganên "Ji Ocalan re azadî" hatin berzkirin. Di qadê de posterên şaredarên hatin girtin hatin daliqandin. Parlementerê BDP'ê Ozdal Uçer û dayîkên aştiyê agirê Newrozê hilkirin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Erdîşê Abîdîn Încî axaftina vekirinê kir û diyar kir ku hewcehiya gelê kurd û tirk bi yek heye û wiha got: "Êrşa şerê bi salen li Tirkiyeyê berdewam dikin hem gel dijîn." Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Wanê Musa Îtahê jî bi kurdî axaftine kir û diyar kir ku kurd bêyî Ocalan, gerîla û PKK'ê çareseriyê teqez qebûl nakin. Parlementerê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçar jî diyar kir ku gelê kurd jiyanek wekhev û azad dixwaze û wiha got: "Hewcehiya gelê kurd û siyasetmedarên kurd bi efuyê tuneye. Hûn herin şev û roj duan bikin da ku kurd ji ber zilam we li wan kir ew efu bikin. Piştî axaftinan bernameya Newrozê bi stranên dengêbêjên berdewam kir.
BANDIRMA
Li navçeya Bandirma ya Balikesîrê jî Newroz di pêşengiya BDP'ê de li taxa Kuçukevlerê bi girseyî hat pîrozkirin. Endam û rêveberên BDP'ê, HDK'e û Înîsiyatifa Xwendekaran bi sedan kes amade bûn. Li qada Newrozê pankarta "Ne mirin çareserî, ne şer muzakere" û "Newroz pîroz be" hatin vekirin. Girsê li qadê rengê kesk, sor û zer vekiirn û bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "Silav silav ji Îmraliyê re hezear silav" berz kirin. Polîsan nokteyên lêrerînê ava kir û nûçegîhanê ajansa me DÎHA Mehmet Şah Oruç dan rawestandin. Piştî kontrolê serbest hat berdan. Pîrozbahî piştî rêzgirtinê û pêxistina agir, bi axaftinan û xwendina helbest û stranan berdewam kir. Pîrozbahî bi govendê bi dawî bû. Hunermend Halit Bilgiç konser da.
YENİCEOBA
Li Bajroka Yenîce ya navçeya Cihanbeylî ya Konyayê jî Newroz ji aliyê hezaran kesan ve hat pîrozkirin. Di Newrozê de ciwan û jinan eleqeyek mezin nîşanî pîrozbahiyê da. Li qada Newrozê alên kesk, sor û zer û cilên neteweyî reng dan pîrozbahiyê. Girsê pankartên "Jiyanek azad û demokratîk û bi satatu" û "An azadi an azadi" û "Newroz piroz be" vekirin. Girsê bê navber siloganên "Bijii serok Apo" û "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" berz kir. Bi hezaran kesan agirê Newrozê pêxist. Girsê li dora agir goved gerand. Pîrozbahî bi muzîk û govendê bi dawî bû.
EDENE
Xwendekarên Zanîngeha Çukurova jî li ber kampusa R1 Newroz pîroz kir. Komeleya xwendekaran a (ÇUO-DER) Newor bi coşek mezin pîroz kirin. Bi sedan xwendeka tev li pîrozbahiyê bûn.
SALÎHLÎ
Li navçeya Salîhlî ya Manîsayê jî Newroz li taxa Gaffar Okan (Tintin) hat pîrozkirin. Li qada Newrozê posterê mezin ê Mehmet Sincar ala kesk, sor û zer a ji 10 metreyan pêk tê vekir. Dîsa alên KCK'ê û posterê 3 jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin vekir. Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel axaftin kir û xwest her kes tev li Newroza Amedê bibin. Pişter pîrozbahî bi muzîk û govendê bi dawî bû.
ALAŞEHİR
Li navçeya Alaşehîrê ya Manîsayê jî Newroz li taxa Yenî ji aliyê sedan kesan ve hat pîrozkirin . Li vir jî parlamentera BDP'ê Sebahat Tuncel û rêveberên BDP'ê tev li pîrozbahîyê bûn.
Di hemû pîrozbahiyan de alên KCK, PKK'ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Dîsa pankarta "Ji Ocalan re azadî, ji kurdan re statu" hatin rakirin.
BEDLÎS
Bi sedhezaran kes li qada Gokmeydana Bedlîsê li hev kom bûn û Newrozê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de Parelementerê BDP'ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenzerlîoglu, Serokê BDP'a Bedlîsê Şahîn Çoban, rêveberên BDP'ê yên navçeyê, Şaredarê Norşînê Mehmet Emîn Ozkan, Nûnerê ÎHD'ê Hasan Ceylan û nûnerên saziyan amede bûn. Di qadê de pankartên 'Ji Ocalan re Azadî, Kurdan re statu' û flamayên kesk, sor û zer qad hat xemilandini. Bê navber dirûşmeyên 'Qasidê aştiyê li Îmraliye ye', 'Ocalan', 'Bijî Serok Apo' hat berzkirin. Di mitîngê de Parelementerê BDP'ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenzerlîoglu, Serokê BDP'a Bedlîsê Şahîn Çoban axaftinê kirin. Piştî axaftinê bername bi stranên Hozan Koçer û hunermendê herêmî Fîkret Bîrlîk bi dawî bû.
MELEZGIRT
Di pîrozbahiya Newroza li gundê navçeya Nordîna navçeya Melezgirta Mûşê de bi sedan kes amade bûn. Li vir ji agir hat pêxistin û girsê li dora agir govend gerand. Pîrozbahiyê bi govend û muzîkê berdewam kir û bi dawî bû.