Li 3 navçeyên Mêrdînê meşên ‘Ji Ocalan re azadî’

Li 3 navçeyên Mêrdînê meşên ‘Ji Ocalan re azadî’

Li navçeyên  Mêrdînê Nisêbîn, Midyad û Kerboranê bi hezaran derketin kolanan û “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re statû” xwestin.

 Li Nisêbînê hezaran kesî bi şîara “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re statû” meş lidarxistin. Bi hazaran kes bi pêşengtiya BDP’a Nisêbînê li qada Şirin kom bûn û ber bi Navenda Çanda Mîtanî ve meşiyan. Parkarta li ser “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re statû” nivîsî hilgirtin û alên konfederalizmê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Di meşê de sloganên "Bijî serok Apo", "Ocalan", "Bê serok jiyan na be", "PKK gele, gel li vire", "AKP parêta xwe ya vale li serê xwe bide" û "Şehît namirin" avêtin.

Aktivîstên Dayîkê Aştiyê yên Nisêbînê, Hevserokê BDP’ê yê Mêrdînê Reşat Kaymaz, vekilê serokê şaredariya Nisêbînê Gulperî Bayseler,  DOKH û nûnerên Meclisa Ciwanên Nisêbînê beşdar bûn.

Piştî meşê girseyê bi "Çerxa şoreşê" rêz ji bo lehengên Kurdistanê girt. Pişt re hevserokê BDP’ê yê Navçeya Nisêbînê Abdulbari Eren axivitinek kir û da diyar kirin ku ‘Pakêtê demokrasiyê’ ya ji aliyê Erdogan be hatî diyar kirin naveroka wê valeye û pakêteke daxwazên Kurdan nagre nava xwe. Hevserokê BDP’ê yê Mêrdînê Reşat Kaymaz jî da diyar kirin ku ew ji xwe re pakêtê çareseriyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan esas digrin.

Piştî daxuyaniyê meş bi slogana "Şehît namirin" bi dawî bû.

MIDYAD

Rêxistina BDP’ê ya Midyadê bi şîara “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re statû” li ber avahiya partiyê heya Parka Aştiyê meşek lidarxist. Gelek kes beşdarî meşê bûn. Rêberên bajêr û navçeyan yên BDP’ê nûnerên DTK, HDP, MEYA-DER’ê ji amadebûn. Di meşê de pankarta “Pakêta AKP’ê ya şer em naxwazîn”, "Zimanê me rûmeta me ye" higirtin û sloganên "Bê serok jiyan na be", "PKK gele, gel li vire" avêtin. Piştî meşê deqeyekê rêz girtin. Li ser navê girseyê Serokê BDP’ê yê Midyadê Feyzî Belke daxuyanî da û da diyar kirin ku pakêta demkarasiyê daxwazên Kurd pêkneanî û wiha got: “Ji bo gelê Kurd û Birêz Ocalan tiştek derneket. Em pakêta ku tu gav têde nehat avêtin şermezar dikîn. Em ê ji niha û pêde li qadan bi avayekî çalak têkoşîna xwe berdewam bikîn.” Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.

KERBORAN

Rêxistina BDP’ê ya  Kerboranê bi heman armaçê li ber avahiya navçeyê heya qada  Miradê Kinê meş lidarxist.

Di meşê de rêveberên bajêr û  navçeyê , nûnerên  MEYA-DER, DTK, KESK, serokê şaredariya bajokê Kilavuz’ê Ahmet İncî û gelek kes amade bûn. Di meşê de alên KCK, HPG, PKK’ê û wêneyê Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin.

Piştî meşê hevseroka BDP’ê yê Dargeçitê Zeliha Acar, axivî û da diyar kirin ku bi pakêtekê  wê têkoşîna 40 salan a azadiyê neyê çareser kirin.