Li 5 navendan banga tevlîbûna 'Meşa Amarayê'

Li 5 navendan banga tevlîbûna 'Meşa Amarayê'

Li Gimgim, Wan, Gever, Wêranşar û Semsurê ji bo meşa dê ji bo pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 3'yê nîsanê de pêk bê belavok hatin belavkirin û banga tevlîbûna meşê hate kirin.

GIMGIM

Rêxistina BDP'ê ya Gimgimê ji bo tevlîbûna bernameya dê bi minasebeta rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 3-4'ê nîsanê de li gundê Amara yê navçeya Xelfetiyê ya Rihayê pêk bê banga tevlîbûnê kir. Serokê Rêxistina BDP'ê yê navçeya Giyasettîn Altun, têkildarî bernameya Amarayê de daxuyanî da û diyar kir ku hemû kesên dixwazin çareserî pêk bê divê bi hêz tevlî bernameyan bibin û wiha got: "Em di pêvajoyekî gelek girînga ya Birêz Ocalan daye destpêkirin re derbas dibin. Ji bo ku em ji piştgiriyê bidin vê pêvajoyê divê em weke gel tevlî bernameyan bibin. Divê em meşa Amarayê vegerînin dengê aştî û meşa aştiyê. Em weke Rêxistina BDP'ê ya navçeyê di 3'yê nîsanê de saet di 12.00'an derbikevin rê. Em dixwazin hemû gelê Gimgimê tevlî meşê bibe."

WAN

Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê jî bi heman armancê li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Wanê paste belav kir û bang li hemû welatiyên kirin ku tevlî meşa Amarayê bibin. Li salonê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên tenê û yê bi dayîka xwe re kêşandin hatin daliqandin û sloganên "Rojbûna te pîroz be ey Serokê min", "Bijî Serok Apo","Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Li ser navê dayîkan Keve Işik, axivî û diyar kir ku bi rojbûna Ocalan gelê kurd vejîn û ji Ocalan re minetarin û wiha got: "Serokê me gelê kurd ji tunebûnê vegerande jiyanê. Heke ew neba îro me hebûn û dîroka xwe nedizanî. Ji ber wê yekê em ji Serok Apo re minetarin" Dayîka Aştiyê Aliye Balik jî diyar kir ku divê hikûmet gavên samîmî avêje û hikûmet dest ji gotinên nîjadperest berbibe.

GEVER

Li naçveya Geverê ya Colemêrgê jî bi heman armancê xebatên meşê berdewam dikin. Rêxistina BDP'ê û TUHAD-FED li tax û gundan xebatên xwe dimeşînin û gel dewetî meşê dikin. Hate zanîn ku ji bo welatiyên tevlî meşê bibin bi dehan wesayît hatin kirakirin. Hate zanîn ku sibê welatî dê li ber avahiya BDP'ê bên cem hev û bi sedan wesayîtan ber bi Xelftiyê ve derbikevin rê.

WÊRANŞAR

Rêxistina BDP'ê ya Wêranşarê jî bi heman armancê belavok belavkirin û banga tevlîbûna meşê kir. Rêveberên BDP'ê û gelek kesêndin li kolanên Eskî Urfa, Derîk-Karacadag û Ceylanpinar û taxan belavok belavkirin û banga tevlîbûna meşê kirin.

SEMSÛR

Rêxistina BDP'ê ya Semsûrê jî bi heman armancê civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Semsûrê Abuzer Kuçukkelepçe di civînê de axivî û wiha got: "Em hemû gelê Semsûrê dewetî meşa Amarayê dikin. Komîsyonên me li tax, navçe û gundan xebatên xwe dimeşînin."

Li Semsûrê welatî dê di 3'yê nîsanê de saet di 09.00'an de li Duryana Riya Riha ya Semsûrê bên cem hev û derbikevin rê.