Li 5 navendan komplo hat şermezar kirin
Li 5 navendan komplo hat şermezar kirin
Li 5 navendan komplo hat şermezar kirin
Komploya 9’ê Cotmehê ku wek roja destpeka kompoy a li himber Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê zanîn li 5 navendan hat şermezar kirin. Di çalekiyan de hat got: “ 15 sal li ser komploya re derbas bû, lê Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd komlo bi berxwedanê vale derxist û komlo bi ser neketin.”
CEYHAN
Li navçeya Edeneyê Ceyhanê protestoya 9’ê Cotmehê bi meşekê li taxa Belediye Evleriyê destpê kir. Di meşê de pankarta “Em komploya 9’ê Cotmehê bi nelet dikîn” vekirin û sloganên "Bê serok jiyan na be", "PKK gele, gel li vire" û "Ocalan" avêtin. Meşê bi tilîlî çepikan li ser qada Orhan Kemal heya navanda Rêxistina BDP’a Ceyhanê meşiyan.
Piştî meşê bi merşa "Çerxa Şoreşê" rêz hat giritn. Daxuyanî ji aliyê serokê Rêxistina BDP’a Ceyhanê Seyfettin Aydemir ve hat xwendin û Aydemir da diyarkirin ku komploya li himberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li himber gelê Kurd hatiye kirin. Piştî axiftina meş bi slogana bi dawî bû.
ELBAK
Rêxistina BDP’ê ya Elbakê li ber avahiya navçeyê daxuyaniya çapemiyê da. Serokê navçeyê
Senar Yeşilırmak, serokê şaredariyê Eylem Açikaln, serokê şaredariyê Îhsan Guler’ê ku ji aliyê Wezareta hindirîn ve ji peywîra wî da nî, amadabûn. Di daxuyaniyê de gelek rêxitinan weke HDP, MEYA-DER, KURDÎ-DER’ê û gelek rêxistinê civakî piştgirî dan meşê. Nûnerê BDP’ê Erol Aldemir daxuynî xwend û da diyar kirin ku Birêz Ocalan bi sekna xwe di nava 14 salan de bersiv daye komployê.
NORŞÎN
Li navçeya Wanê Norşînê Rêxistina BDP’ê bi mebesta prostesto kirin 9’ê Cotmehê li ber avahiya navçeyê daxuyanî da çapeniyê. Di daxuniyê de pankarta “Em komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê şermezar dikîm” vekirin û dovîsên li ser “Bersiva komployê Kurdan bi Şoreşa Rojava da”, “Nêzîkatiyên Birêz Ocalan nêzîkatiya gelê Kurd e” hatin hilgirtin. Hakan Tadîk daxuyanî xwend û got: “ di 15 salan de polîtîka hêzên komploger li Rojhilata Navîn hilweşiya û rewşekî keosê derket holê. Birêz Ocalan komplo li îmraliyê vale derxist.”
TATWAN
Rêxitina BDP’ê ya Tatwanê bi mebesta prostokirin a komoloya 9’ê Cotmehê li ber avahiya Tatvan Yaşam AVM’ê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de gelek kes amadebûn. Di daxuyaniyê de Serokê Şaredariya Tetwanê Abdullah Ok, serokê navçeyê Mehmet Can Demir amedebûn.
KERCOS
Rêxistina BDP’a Êlihê Kercosê li ber avahiya navçeyê di haman çarceveyê de daxuyanî da û peyama, "Komployê Têkoşîna Azadiyê ya ku gel bi salan dayî meşandin xistî bû armac. Lê 15 sal li sere derbas bû, gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya azadiyê û demokrasiyê komplo vale derxist.”