Li 6 navendan perwerdeya bi zimanê dayikê xwestin
Li 6 navendan perwerdeya bi zimanê dayikê xwestin
Li 6 navendan perwerdeya bi zimanê dayikê xwestin
Lİ 6 navendên cuda yên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran kesî, bi daxwaza rakirina astengiyên li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê meşiyan.
AGIRÎ: Li Agirî, tevî Egîtîm Sen, DBP û HDP'ê rêxistinên civakî yên sivîl ji Navenda Kar a Şaredariyê heta Midûriyeta Perwerdeya Milî meşiyan. Ji ber astengiya polîsan a bi TOMA'yan demeke kurt tengezarî derket. Komê dûre meşa xwe dewam kir û li ber avahiya Midûriyeta Perwerdeyê ya Milî bi awayekî temsîlî dersa bi zimanê Kurdî da. Hevşaredara Agirî Mûkaddes Kûbîlay bi heyetê re daxwaznameyên ji bo perwerdeya bi Kurdî pêşkêşî Midûriyeta Perwerdeyê ya Milî kir û dawî li çalakiyê hat anîn.
SÊRT: Li Sêrtê, bi sedan kes bi pêşengiya Kurdî Derê, ji bo daxwazên xwe yên perwerdeya bi zimanê dayikê bînin ziman ber bi Midûriyeta Perwerdeya Milî ya Bajêr ve meşiyan. Di nava meşvanên ji ber avahiya DBP'ê dest bi çalakiyê kirin de xwendekarên dibistanên dewletê boykot kirin jî hebûn. Ji Mamosteyên Kurdî Derê helbestvanê Kurd Selamî Esed li ber Midûriyeta Perwerdeyê daxuyaniyek da û got, "Gelê Kurd di encama têkoşîna xwe ya li hemberî qedexeyan de, êdî dixwaze bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibîne. Ji ber vê yekê bi mîlyonan xwendekarên Kurd dibistanê boykot dikin. Perwerdeya bi zimanê dayikê mîna şîrê dayikê helal û pîroz e."
MÊRDÎN: Li navçeya Mêrdîn Dêrikê xwendekar û malbatên wan, TZP Kurdî û DBP heta ber Midûriyeta Perwerdeya Milî ya Navçeyê meşiyan. Bi sedan kesên ku pankarta bi nivîsa "Qedexekirina ziman pişaftine, Ji pişaftinê re êdî bes e" hildan, hat destnîşankirin ku wê têkoşîna xwe ya rewa ya li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê dewam bikin. Li dû daxuyaniyê daxwaznameyên bi daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê hatibûn amadekirin radestî rayedarên Midûriyeta Perwerdeya Milî ya Navçeyê hatin kirin.
ŞIRNEX: Li navçeya Şirnex Silopiyê, bi sedan kesên li ber avahiya Kurdî Der a Silopiyê hatin cem hev, bi heman daxwazê ber bi avahiya Midûriyeta Perwerdeyê ya Milî ya Navçeyê ve meşiyan. Xebatkarê Kurdî Derê Îbrahîm Aksû di daxuyaniya xwe ya li vir de destnîşan kir ku di encama têkoşîna 40 salan a gelê Kurd de êdî kes nema dikare gelê Kurd înkar û tine bike.
ERZÎROM: Li navçeya Erzîrom Xinûsê, bi armanca bangawaziya li tevlîbûna boykota dibistanên dewletê, daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniya ji aliyê rêveberê DBP'ê yê Navçeyê Îrfan Keskîn ve hat dayîn de hat gotin, "Zimanê dayikê mafekî însanî ye. Astengkirina vî mafî li dijî mafên mirovan e. Asîmîlasyon û polîtîkayên înkarê yên li ser zimanê dayikê nayên qebûlkirin. Em bang li gelê xwe dikin ku hefteyekê dibistanan boykot bike û zarokên xwe neşînin dibistanan.
ENQERE: Kurd-Der ji bo daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê li Guven Park a Enqereyê kom bû û heta Wezareta Perwerdeya Milî meş lidar xist. Di meşê de dirûşmên “Bijî zimanê kurdî”, “Mafê zimanê dayikê nikare bê astengkirin” hatin berzkirin û pankart û dowîzên “"Bê ziman jiyan nabe","Ez ziwanê xo Wazena", "Bila Kurdi bibe zimane fermi", "Perwerdehiya bi zimane dayike a niha" hatin vekirin û rêveber û endamên KURD-DER’ê, gelek welatî û Parlamenterê HDP’ê ya Colemêrgê Adil Zozanî tevli meşê bûn.
Piştî meşê Serokê KURD-DER’ê Mustafa Karaman axivî û got ku li Tirkiyeyê îro bi milyonan xwendekar bi zimanê biyanî dest bi perwerdeyê kirin û ev rewşeke şermê ye. Karaman wiha axivî: “Em dev ji daxwaza perwerdeya zimanê dayikê bernadin. Zimanê dayik e maf e heta ev maf bê bicihanîn em ê mafê xwe biparîzin.” Karaman banga tevlibûna boykota dibistanan kir.
Piştre Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Adil Zozanî axivî û destnîşan kir ku bi vekirina dibistanan ve zarokên kurd dîsa bi polîtîkayên asîmîlasyonê ve rû bir û mane û got ew piştgiriyê dide boykota dibistanan a hefteyekî. Zozanî da zanîn ku heta zimanê kurdî serbest bibe ew ê hemû çalakiyan li dar bixin û dibistanên ku li Amed, Colemêrg û Şirnexê hatine vekirin hikûmeta AKP’ê dixwaze bigire. Zozanî wiha axivî: “Bila her kes bizanibe ku, gelê kurd dê xwedî li dibistanên xwe derdikeve û zarokên xwe dişîne van dibistanan.” Zozanî got ku ev dibistanên kurdî rûmeta gelê kurd e.