Li 8 navendan komplo hat şermezarkir

Li 8 navendan komplo hat şermezarkir

Di 15'mîn salvegera komploya navnetewî a 9'ê Cotmeha 1998'an ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bu sedem ji Sûriyeyê derbikeve, li 8 navendan hate şermezarkirin. Li Cizîr, Hezex, Dêrik, Çewlîk, Misirc, Aydin, Semsûr û Sêrtê bi hezaran welatî ji bo 9'ê Cotmehê şermezar bike çalakiyên girseyî pêk anîn. Bi hezaran kesên ku daketin kolanan azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin.

CIZÎR

Rêxistina BDP'ê ya Cizîrê ji avahiya BDP'ê heta navenda navçeyê meşek girseyî pêk anîn. Bi sedan kesên li ber avahiya BDP'ê li hev kom bûn, heta kolana navendî meşiyan û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li ser "Azadiya rêber Apo azadiya meye" nivîsandibûn vekirin. Girsê di meşê de bê navber diderbare Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê de silogan gotin. Girseya ku nêzî 300 metreyan meşiyan di bin dorpêça TOMA û maşîneyên zirxî de çalakiya xwe pêk anîn. Di meşê de girse rastî astengiya polisan hatin, lê girsê îsrar kir û meşa xwe berdewam kir. "Bijî serok Apo", "Zext me bêzar nakin" û "Em dê bi berxewdanê bi ser bikevin" gotin.

 Li ser navê girsê Serokê BDP'a Cizîrê Ahmet Çeter, daxuyanî xwend û 9'ê Cotmehê şermezar kir. Girsê piştî daxuyanî da bi silogan û çepikan heta hata Cudî meşiyan. Polîsnên ku heta nava taxan girse şopandin gelek caran ciwanan kevir avêt polîsan û ew şermezar kirin. Meş li taxa Surê qada Newrozê bi dawî bû. Pevçûnên ku di navbera polîs û ciwanan de derket, li gelek taxan berdewam dike.

HEZEX

Li Navçeya Hezexê ya Şirnexê jî bi heman armancê di pêşengiya BDP'ê de 9'ê Cotmehê bi girseyî hat şermezarkirin. Bi sedan kesên li Parka Aştiyê ya li taxa Turgut Ozalê li hev kom bûn, bi pankarta "Em komploya navnetewî ya 9'ê cotmehê şermezar dikin" meşiyan. Girsê di meşê de bê navber siloganên "Bê serok jiyan nabe" berz kir. Li ser navê girsê Serokê BDP'a Hezexê Murat Şen, 9'ê Cotmehê şermezar kir. Girsê piştî daxuyanî da dest bi meşê kir û rastî mudaxaleya polîsan hat. Polîsan bi bombeyên gazê mudaxale kirin û pevçûn derket. Pevçûna di navbera polîs û ciwanan de berdewam dike.

DÊRIK

Rêxistina BDP'ê ya Dêrikê jî bi heman armancê meşek girseyî pêk anî. Di meşê de endam û rêveberên BDP'ê, Dayikên Aştiyê, endamên meclisa bajar, nûnerên KCD, MEYA-DER û gelek welatiyên din amade bûn. Girseya ku li ber avahiya BDP'ê kom bûn, heta qada Komarê meş pêk anîn. Girseya ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekir bê navber siloganên "Bê serok jiyan na be" û "Bijî serok Apo" berz kir. Li ser navê komê Serokê BDP'a Dêrikê Adil Aktaş, daxuyani da û 9'ê Cotmehê şermezar kir. Komê çalakî bi silognana bi dawî kir.

ÇEWLÎK

Li taxa Yenî ya Çewlikê jî meşek girseyî hat lidarxistin. Girseya ku li Bêşyolê li hev kom bûn bi tevlêbûna rêveberên BDP'ê û pankartan meş pêk anîn. Komê di meşê de siloganên "Bijî serok Apo", "Bê serok jiyan nabe" û "Bi can bi xwin em bi tera ne ey serok" berz kirin. Li ser navê Girsê Hevserokê BDP'a Çewlikê Halis Yurtsever, daxuyanî da û 9'ê Cotmehê şermezar kir.

SEMSÛR

Rêxistina BDP'ê ya Semsûrê jî bi heman armancê li ber avahiya BDP'ê daxuyanî da. Li ser navê komê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Navendî Aziz Akdag daxuyanî da û 9'ê Cotmehê şermezar kir.

SÊRT

Rêxistina BDP'ê ya Sêrtê jî bi heman armancê li ber avahiya BDP'ê daxuaynî da çapemeniyê. Bi sedan welatî li ber avahiya BDP'ê kom bûn û daxuyanî dan. Di çalakiyê de rêveberên BDP, HDP, ÎHD, MEYA-DER, TUHAD-DER û Dayikên Aştiyê, şaredarên BDP'ê, amede bûn. Di meşê de pankarta "Ji Reber Apo re azadî, ji Kurdistanê re Statu" vekirin. Girsê di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekir û alên KCK'ê bilind kirin. Girsê bê navber siloganên "Bijî serok Apo" û "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" berz kirin û daxuyanî dan çepemeniyê.

MISIRC

Rêxistina BDP'ê ya Misircê jî bi heman armancê daxuyanî da. Rêveberên BDP'ê li ber avahiya xwe daxuyanî da û 9'ê Cotmehê şermezar kir. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Misircê Yahya Sabaz, daxuyanî da. Piştî çalakiyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

AYDIN

Rêxistina BDP'ê ya Aydinê jî bi heman armancê li avahiya BDP'ê daxuyanî da çapemeniyê. Di civînê de nûnerên HDP, YSGP, ÎHD û ADU amade bûn.