Li 9 navendan protestoyên komloya 9'ê Cotmehê
Li 9 navendan protestoyên komloya 9'ê Cotmehê
Li 9 navendan protestoyên komloya 9'ê Cotmehê
Di salvegera 9'e Cotmehê Roja derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Sûriyê de bi boneya 9'ê Cotmehê şermezar bikin li 9 navendan meş hatin lidarxistin û daxuyaniyên girseyî hatin dayîn. Li Geverê piştî meşê polîsan mudaxaleyî girsê kir û şer derket.
MÊRSÎN
Rêxistina BDP'ê ya Mêrsînê jî bi heman armancê 9'ê Cotmehê bi meşekê şermezar kir. Bi sedan kesên di pêşengiya YAKAY-DER'ê de li ber avahiya BDP'ê ya Akdenîzê kom bûn, meş pêk anîn. Welatiyên ku li taxa Toroslar û Akdenizê dikanên xwe venekirin û neçûn ser kar, tev li meşê bûn. Di meşê de rêveberên BDP'ê Şaredarê Akdenîzê, endamên meclisa şaredariyê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî di navde bi sedan kes amade bûn. Polîsan jî li pêş girsê bi TOMA û maşîneyên zirxî barikat danîn û destûr nedan ku girse bimeşe. Lê ji ber ku girsê di meşê de israr kir, polîsan barîkat rakir. Girsê di meşê de pankarta "Em komploya 9'ê Cotmehê şermezar dikin" û "Berxwedan serkeftinê û teslîmiyet jî îxanetê bi xwe re tîne" vekirin. Girsê di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kirin û cilên reş li xwe kirin. Meşa bi çepik, tilîlî û siloganan pêk hat heta avahiya BDP'ê ya Akdenîzê berdewam kir. Girsê li ber avahiya BDP'ê ya Akdenîzê sirûda "Çerxa şoreşe" xwend û li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê girsê Serokê BDP'a Mêrsînê Halis Deger, daxuyanî da û 9'ê Cotmehê şermezar kir. Girsê di daxuyaniyê de bê navber siloganên "Bijî serok Apo" û "Disa disa serhildan seroke me Ocalan" berz kir.
ÎZMÎR
Xwendekarê Zanîngeha Egeyê ji ber derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Suryeyê ya 9 Cotmeha sala 1998'an li ber fakulteya edebyatê hatin gel hev û heta yurda jinan meş li darxistin. Xwendekaran di meşê de dirûşmên "slav slav ji Îmraliyê re hezar slav", "Nêzîkatiyê li hembar Ocalan hînceta meya şer û aştiyê ye" û "Bijî serok Apo" hatin berzkirin. Xwendekaran di meşê de baca bi metreyan dirêj hilgirt û xwendekarên kampusê bi çepikan pişgirî dan çalakiyê. Di meşê de dovîzên "Bijî berxwedana YPG", "Bimre Komploya 9 cotmehê" û "Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê te statu" hat hilgirtin. Xwendekaran di ketina Fakulteya Edebiyatê de 5 deqeya çalakiya rûniştinê pêk anî û piştî wî ji bo cangoriyan deqeyek rêzdari girtin.
'XWESTIN TEVGERA AZADIYA KURD TASFIYE BIKIN'
Li ser navê xwendekaran Şîlan Altuntaş axivî û wiha got: " Di dîroka kurdan de komloya herî mezin komploya 9’ê Cotmehêye û ev komplo bi roja reş ya 15’ê Sibatê bi encam bû em 15'emîn salvegera komployê şermezar dikin. Tê xuya kirin ku bi komploya navnetewî kurdê azad nehatî xwestin. Ji ber vê kesê ku kurdê azad afrand, afrinerê kurdê azad birêz Ocalan girt bin esaretê û xwestin tevgera azadiya kurd tasfiye bikin."
COLEMÊRG
Li Colemêrgê jî esnafan dikanên xwe venekirin û 9'ê Cotmehê şermezar kirin. Gelek ciwanên endamên YDG-H'ê li gelek taxan barîkat danîn û çalakî pêk anîn. Ciwanan li taxên Gazî, Pehlivan, Daggol, Sumbul, Keklikpinar, Kiran û Berçelan li hev kom bûn û li ser rêyan barîkat danîn. Ciwanan ji bo PKK'ê silogan gotin. Polîsên hatin herêma çalakiyê bi bombeyên gazê û ava şit mudaxaleyî girsê kirin. Ciwanan jî bi molotof û fîşekên hewayî bersîv da polîsan. Li taxa Gazi polîsên rastî berxwedana ciwanan hatin neketin taxê. Şerê di navbera polîs û ciwanan de li taxan tevam berdewam kir. Rêxistina BDP'ê bi avahiya xwe de pankarta reş "Hûn nikarin Roja me tarî bikin" vekirin û wêneyên Ocalan ên mezin vekirin. Li Colemêrgê maşîne tev rawestiyan.
KOP
Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Kopê jî bi heman armancê li avahiya xwe civîna gel pêk anî. Di civînê de ji bo kesên di têtkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Endam û rêveberên BDP'ê, nûnerên DOKH'ê jî di navde bli sedan kes amade bûn. Li avahiya BDP'ê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat daliqandin û 9'ê Cotmehê şermezar kirin.
ÎDIR
Rêxistina BDP'ê ya Îdirê jî bi heman armancê li ber avahiya BDP'ê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên BDP'ê amade bûn. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Îdirê Mehmet Anar daxuyanî da û piştgirî da pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got, "Birêz Ocalan 15 salin di bin tecrîda giran de têkoşîna aştiyê dide. Ji bo aştiya Rojhilata Navîn mirovekî pir girîng e."
ERDÎŞ
Rêxistina BDP'ê ya Erdişê jî bi heman armancê bi meşekê 9'ê Cotmehê şermezar kir. Girseya ku li hev kom bû silogana "Em ne pirinê çareseriyê dixwazin" vekir û siloganên Girseya ku ji avahiya BDP'ê heta Parka Zilanê meşiyan li vir rêz girt û daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê Rêxistina BDP Recep Akyuz, 9'ê Cotmehê şermezar kir.
GEVER
Li navçeya Geverê jî Rêxistina BDP'ê bi heman armancê çalakî pêik anî. Bi hezaran kesên ku li ber avahiya BDP'ê kom bûn,. heta kolana Cengiz Topelê û ji vir jî heta Girtîgeha berê meş pêk anîn. Rêveberên BDP, endamên şaredariyê, endamên meclisa bajar, nûnerên DOKH'ê û gelek kesên din tev li çalakiyê bûn. Girsê di meşê de alên KCK û PKK'ê vekirin û pankarta "Tariya 9'ê Cotmehê dê bi biryara ciwanan perçe bibe. Rêberê Azad dê bi pêşeroja azad li welatê azad bijî. YDG-H" vekirin. Koma ku pankarta "Gelê kurd jiyana bê rêber qebûl nake, Înîsiyatfa Gel" jî vekir bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Bimre 9'ê Cotmehê" û "Bê Serok jiyan na be" gotin. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Geverê Nail Durmaz, li vir daxuyaî da û 9'ê Cotmehê şermezar kir û xwest daxwazên gelê kurd û ên Ocalan pêk bên.
Girsê piştî daxuyaniyê dîsa di kolana Cengîz Topelê re dest bi meşê kir. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şit mudaxele kir û pevçûn derket. Ciwanan jî bi kevir û molotofan bersîv da û herêm vegeriya qada şer. Şer li hemû kolanan û taxan belav bû û berdewam dike.
ÊLIH
Rêxistina BDP’a Êlihê, bi armanca şermezarkirina derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di sala 1998’an de ji Suriye yê meşek girseyî li darxist û komplo bi daxuyaniya çapemeniyê şermezarkir. Girse li ber avahiya Şaredariya Êlihê civiyan û li vir dest bi meşê kirin. Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Hevserokên BDP’ê Êlihê Serdar Atalay, Rahşan Çarboga, endamên PM’ê yên BDP’ê Melîha Varişli, Nezîr Gulcan, rêveberên BDP ên bajêr, navçeyan û bajarokan, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aşîtiyê, tevkarên DOKH’ê, endamên Meclîsa Ciwanên BDP’ê ya Êlihê, nûnerên saziyên civakî yên sivîl û bi hezaran welatî tevlî meşê bûn.
Di meşê de pankartên “Em ê komploya 9’ê Cotmehê bi azadiya Rêberê xwe vala derbixin” û “Em komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê şermezar dikin” hatin hildan. Girseyê bê navber sloganên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bi can bi xwîn em bi te re ey Serok” û “Bimre komploya 9’ê Cotmehê” hatin berzkirin. Dema meş destpêkir û gihîşt ser kolana Amedê li vir polîsan pêşiya girsê asteng kir û amirek polîsan bi gotina: “Ev meş qedexe ye li dijî zagona ye. Hûn bi meşîn em ê cezayê pere ji were bibirin” rayedarên BDP û gel tehdît kir. Li gel astengiyên polîsan girsê bi berzkirina sloganan û berxwedana xwe astengiya polîsan rakirin. Di dema meşê de bê navber wesayîta anonsa polîsan tehîdîta “Hûn belav nebîn em we belav bikin û ceza ji we re bibirin” kir.
‘JI BO AZADIYA SEROKATIYÊ DIVÊ BÊTIR EM LI QADA BIN’
Meşa ku li ser kolana Amedê dewam kir û li Kûçeya Hûnerê bi dawî bû, pişt re daxuyanî hate dayîn. Ewil Hevseroka BDP’a Êlihê Rahşan Çarboga daxuyanî da û diyar kir ku bi ser derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re 15 sal derbas bû û anî ziman ku komploya li hember Ocalan pêk hatiye de şexsê hemû gelê kurd û destkeftiyên wan de pêk hatiye. Piştî Çarboga, Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata jî destnîşan kir ku komploya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li hember her kesayetek gelê kurd pêk hatiye û wiha got: “Ji bo ku em komployê lanet bikin carek din em hatine ba hev. Bimre komploya 9’ê Cotmehê. Ji bo azadiya Serokatiya xwe divê ji niha şûn ve em bêtir têkoşîna bikin û li qada di nav berxwedanê da bin. Birêz Ocalan aktor û rêxistvanê pêvajoyê ye. Ji bo ku wî vê pêvajoyê destpêkir lazime di nav pêvajoyê de bimîne.”
Daxuyanî bi berzkirina sloganan bi dawî bû.
MILAZGIR
Bi sedan welatî li milazgira Muşê li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Milazgirê li hev civiya û bi boneya komploya 9 Cotmehê protesto bike li kolana Narîn Kaleyê ber bi kolana Yilankiranê ve meşiyan. Di meşê de pankartên "Em komploya navnetewî ya 9 Cotmehê şermezar dikin", "Em bi rihê jinên rojava komploya 9 Cotmehê şermezar dikin" û "Ji Ocalan re azadi yi ji kurdan re statu" hat vekirin. Di meşê de dirûşmên "Slav slav ji îmraliyê re hezar slav", "Bijî berxwedana Rojava", Bijî serok Apo" û "Bi can bi xwîn em bi tere ne ey serok" hatin berzkirin. Girse piştî meşê disa hat ber avahiya Rêxistina BDP'ê. Rêveberên KCD, endamên meclisa şaredariyê, şaredarên BDP'î yên navçeyan, Rêveberên BDP'ê yên navend û navçeyan, endamên meclîsa giştî û yên şaredariyan û bi sedan welati tevlî meşê bûn. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Milazgirê Maksut Kayretlî diyar kir ku roja 9’ê Cotmeha sala 1998'an de hêzên emperyalîst yên navnetewî û hevkarên wan dest bi komploya kirin û 15 Sibata sala 1999'an de jî Abdullah Ocalan li kenya yê girtin. Bivê girtinê xwestin gelê gelê kurd dil bigrin û carek di tune bikin.