Li Adilcewazê pevçûn: 10 birîndar
Li Adilcewazê pevçûn: 10 birîndar
Li Adilcewazê pevçûn: 10 birîndar
Li Gundê Xornas yê girêdayî navçeya Adilcewazê ya Bedlîsê di navbera du malbatan de pevçûnê rûda, di pevçûnê de ji malbatê 7 kes û ji kesên xwestin pevçûnê belav bikin 3 kes birîndar bûn, bigiştî 10 kes birîndar bûn.
Pevçûna ku ji her du malbatan zêdetirî 20 kesan tevlîbûn, îro di demjimêrên nîvro de li Adilcewazê rûda. Dema ku malbatên Ulus û Acar yên hînbûn ku, zarokên wan yên li Enqereyê çûne xebatê şer kirine û li hevdû dane, nêzî 20 kesan bi kevir, dar û kêran ketin nav hev.
Ji her du malbatan 7 û ji kesên xwestin malbatan ji hev cûda bikin 3 kes ji serên xwe û bedenên xwe birîndar bûn. Birîndar rakirin saziyên tenduristiyê yên li Tetwan û Bedlîsê.