Li Afganistanê pevçûnên dijwar
Li Afganistanê pevçûnên dijwar
Li Afganistanê pevçûnên dijwar
Li Parêzgeha Afganistanê Badahşanê di encama pevçûnên dijwan yên dinavbera milîtanên Talibanan de û hêzên parastinê de herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Berdevkê Waliyê Badahşanê Ahmad Navîd Furuten da diyar kirin ku pevçûnên li parêzgeha Badahşanê yên di navbera Talîban û hêzên parastinê de çêbûyîn 19 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Navid Furuten, got ku li navçeya Cormê dema ku hêzên parastinê derketîne dewriyê komên çekdar yên Talîbanan êrîş kiriye li ser wan.
Furuten da diyar kirin ku şer bi seatan domkiriye û di pevçûna de 17 mititan û 2 leşker hatîne kuştin û ji her du aliyan 10 kes jî birîndar bûne.
Berkevkê Talîbanan Zabihullah Mucahît jî destnişan kir ku di bûyerê de 4 hêzên parastinê hatîne kuştin û 9 jî birîndar bûne. Mucahit, destnîşan kir ku çend gundên girêdayî navçeya Cormê dibin kontrola Talîbanan dene.
Li milê din li paytexta Afganistanê Kabîlê, li nêzî biryargeha ÎSAF’ê ya hêzên NATO’yê yên li Afganistanê di depoya îstihbaxretiya Afganê de teqînek pêk hat. Li gorî çavkaniyên herî di teqînê de bi qeza çêbûyî de birîndar çênebûne.