Li Agiriyê kemîn li Mêrdînê keşfa cerdevanan
Li Agiriyê kemîn li Mêrdînê keşfa cerdevanan
Li Agiriyê kemîn li Mêrdînê keşfa cerdevanan
HPG'ê da xuyakirin ku leşkerên Tirk li Agiriyê kemîn danîne û li Mêrdînê jî keşfê dike. Hat ragihandin ku di liv û tevgera leşkerî ya li Mêrdînê de cerdevan jî hene.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG'ê der heqê liv û tevgera leşkerî ya li Bakurê Kurditanê de agahî da. Di daxuyaniya nivîskî de hat ragihandin ku di 9'ê Tebaxê de li herêma Kirê Celalê yê navçeya Agirî Bazidê kemîn hatine danîn û ev yek heta roja din nîvro dewam kiriye.
HPG'ê diyar kir ku roja 6'ê Tebaxê jî li derdora gundên Mişti û Derece yên navçeya Mêrdîn Kerboranê jî kemîn hatine danîn û diyar kir ku di keşfa bi roj de cerdevanên gundê Gerê jî cih digirin.