Li Agiriyê polîsekî întîhar kir

Li Agiriyê polîsekî întîhar kir

Li navçeya Patnos ya Agiriyê polîsek li malê mirî hate dîtin. Hate îdîakirin ku, polîs xwe întîhar kiriye.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, polîsê binavê Mehmet Emîn A. (32) ku li Patnosê erkdarbû, mala xwe ya li avahiyên TOKÎ’yê mirî hate dîtin. Di hûrkolînên destpêkê hatî kirin de hate tespîtkirin ku, xwe întîhar kiriye. Polîsê ku hate ragihandin, qeytkiriyê şêniya Qersê ye, ji bo otopsiyê cenazeyê polîs rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Patnosê.

Hate ragihandin ku, têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpê kirin.