Li Akademiya Star 270 jin hatin perwerde kirin

Li Akademiya Star 270 jin hatin perwerde kirin

Akademiya Star a Ramanê li herêma Efrînê bi armanca ku asta raman û zanista jinan bilind bike heta niha 270 jin perwerde kiriye.

Bi destpêkirina şoreşa azadiyê li Rojavayê Kurdistanê, bi armanca ku hemû beşên civakê di nava têkoşînê de rola xwe bilîzin akademiyên perwerdê hatin vekirin. Di akademiyan de jinên Kurd yên ji destpêka şoreşê bi çalakî tevlî nava hemû xebatên rêxistinî û civakî bûn. Rêxistina Yekîtiya Star ji bo ku jinên çalak perwerde bikin û cihê xwe dinava têkoşînê de bigrin, pêwîstî bi zanist û perwerdeya jinan dît. Bi vê armancê di 8’ê Adara 2012’an bi boneya Roja Jinên Cîhanê Akademiya Star a Ramanê avakir û dest bi dewreyên perwerdeyê kir. Di Akademiyê heta niha 11 dewreyên perwerdeyê bidawî bûne, di dewreyan de ji beşên cuda yên civakê 270 jin hatine perwerde kirin.

Derbarê kar û xebatê Akademiya Star a Ramanê de ji rêvebirên Akademiyê Arşem Kurdman ji ajansa ANHA re axivî.

Kurdman diyar kir ku pêwîstiya jinan di hêlên civakî, siyasî û aborî de bi perwerdeyê heye, lewma wan bi armanca ku jinan di hemû aliyan de perwerde bikin ev akademî ava kirine.

Kurdman diyar kir ku wan heta niha li Akademiyê 11 dewreyên perwerdeyê bi dawî kirine,wan destpêkê jinên endamên meclisên taxan û gundan perwerde kirine. Kurdman dazanîn jinên ji hemû beşên civakê tevlî nava perwerdeyê dibin, wan dewreyên taybet ji jinên endamên saziyên mîna Saziya Zimanê Kurdî û ya Asayişê re jî lidar xistine. Wan di Akademiyê de li gor her beşekî civakê programên perwerdeyê yên taybet amade dikin.

Kurdman her wiha destnîşan kir ku dest pêkê di Akademiyê de hinek kêmasiyên rêxistinî û rêvebirinê derketine.  Ew di ezmûnan re  derbas bûne ev ji bo xebatê xwe baştir bikin biye bingeh.

Hêvîn Reşîd ya niha li Akademiyê di nava perwerdeyê de ye diyar ku wan derbarê gelek mijarên girîng de perwerde dibînin. Ji bilî dîroka têkoşîna jinan, dersên derbarê felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan jî li Akademiyên têne dayin.

Muşîra Mihemed ku demeke beriya niha li akademiya Star tevlî perwedeyê bibû derbarê jiyana rojane û têkiliyên di navbera endaman diyar kir ku, hemû endam bi coşeke mezin, hevkarî û hevaltiyê tevlî nava perwerdeyê dibin. Mihemed diyar kir ku wê di dema perwerdeyê de gelek hevalên nû nas kiriye û têkiliyên dostaniyek nû ava kirine.