Li Akademiya Star jinên Suryanî têne perwerdekirin

Li Akademiya Star jinên Suryanî têne perwerdekirin

Akademiya Yekîtiya Star a Ramanê li bajaroka Rimêlan cara yekemîn ji bo jinên Suryanî dewreya perwerdeyê da destpêkirin.

Akademiya Star a Ramanê li Rimêlan ji bo 20 jinên endamên Partiya Yekîtiya Suryanî dewreya taybet a perwerdeyê bi silogana "Jinên yekgirtî hêzê diafirînin" da destpêkirin.

Berpirsa Komîteya Jinan a Partiya Yekîtiya Suryanî Şamîran Şemon û cigira wê Nezîra Gebro jî di nav de 20 jinên Suryanî dê derbarê dîroka jinan, dîroka jinên Suryanî, civak, siyaseta demokratîk û gelek mijarên din de bêne perwerdekirin.

Di vekirina dewreyê de rêvebera Akademiya Star a Ramanê Rojhilat Efrînî axivî û bixêrhatina endamên dewreyê kir û xwest ku têkiliyên di navbera pêkhateyên herêmê de li ser bingeha jiyana hevbeş dewam bikin.

Berpirsa Komîteya Jinan a Partiya Yekîtiya Suryanî Şamîran Şemon jî, ji bo ku ev derfet dane wan spasiya rêveberiya Akademiya Star kir.