Li Almanyayê ji 1’ê tîrmehê ve hin guhertinên nû yên qanûnî ketin meriyetê. Van guhertina herî zêde bandorê li ser sektora ragihandinê kirin.
Li Almayayê axaftina bi telefonan, û gera li nava welêt erzan bû. Li gorî guhertina nû ji bo axaftina bi telefonê bo derve re dê 29 cent bên dayîn û ji bo telefonên hindurê welat jî dê 8 cent bên dayîn.
Ji bo lîsteya reşa a deynan a ku weke Schufa tê nasîn jî guhertinek pêk hat. Ger bikir bi belgeyan piştrast bike ku ew ê di şeş mehan de deynê 2 hezar euro bide, dê navê wê/wî ji lîsteya reş a deynan were derxistin.
Li Almanyayê ji bo gelaş û sergoyan jî guhertinek nû pêk hat. Armanca ji vê yekê jî ew e ku gelaş û sergo bêne kêmtirkirin û veguherandina wan jî were bandortirkirin.