Li Almanyayê Hepatît B herî zêde bi penaberan re tê dîtin

Li Almanyayê Hepatît B herî zêde bi penaberan re tê dîtin

Bi wesîleya 28’ê Tîrmehê roja Hepatît a Cîhanê lêkolînek hate weşandin û li gorî encama lêkolînê li Almanyayê vîrusa Hepatît B herî zêde bi penaberan re tê dîtin. Li Almanyayê 3 kesên virûsa Hepatît B pê re hene jê du kes ji derveyê Almanyayê ne û pisporan diyar kir ku di nava penaberên ji Tirkiyeyê ne di rêza yekemîn de ne.

Bi wesîleya roja Hepatîa Cîhanê li seranserê cîhanê pispor careke din dê balê bikişînin ser xetere û kesên bi vê nexweşiyê ketine. Li gorî vîrusa HIV’ê di navbera 50-100 qatî de Hepatît derbasî mirovan dibe û tê gotin ku bi aşiyê dikare pêşî li vê nexweşiyê bê girtin. Li seran serê cîhanê 240 mîlyon nexweşên kronîknêzî mîlyonek kes jiyana xwe ji dest dide.

Li dijî vê nexweşiya ku heta ku pir zêde pêşve neçe nayê fêmkirin, pispor diyar dikin ku divê şêwaza jiyanê ji hepatîtê bê parastin û encamên lêkolîna ku li Almanyayê hatiye kirin jî mirovan dike nava xofê. Hekîmê Klînîka Katolîk ya Oberhausen û pisporê hepatît yê Almanyayê Prof Dr Claus Nîederau diyar kir ku vîrus zêdetir bi penaberan tê dîtin.

Prof Dr Nîederau diyar ki ku li Almanyayê 500 hezar kes vîrusa kronîk ya hepatît B bi wan re heye û ji sê kesa du heb ji derveyê Almanyayê ne. Nîederau wiha got: “Di nava vana de yên tirkiyeyê di rêza yekemÎn dene. Bi taybetî divê penaber divê di bin testa Hepatît de derbas bibin. Ji bo pêşî li vê nexweşiyê bê girtin, divê ji bo komên penaber bernameyên agahdarkirinê yên taybet bê dayîn.

Hejmara kesên ku ji ber vîrusa hepatît B dimirin ne diyare lê xuyaye ku hejmar ji AÎDS’ê zêdetir e. Kesên bi vê nexweşiyê dikevin divê li xwe baldar bin. Bi taybetî divê ji alkol û hişberê dûr bikevin.

Navê kampanyaya îsal ya ji bo roja Hepatît B yê hatiye amadekirin “Ez bi qasî ku nafikirî nêzî te me’ ye. Li gorî pisporan li Tirkiyeyê ji ser 10 kesan yek virûsa hepatît B pê re heye.