Penaberên Kurd ên li Almanyayê dixwazin ji mexazeyên Saturnê tiştên bi taksît bikirin, lê ji ber pasaporta penahiyê (îltîca) bi tengasiyan re rû bi rû dimînin.
Hin penaberên Kurd ên ku dixwestin ji maxezay teknolojiyê Saturnê hin tiştên bi taksît werbigirin, ji ber pasaportên xwe yên penabertiyê bi astengiyan re rû bi rû man. Penabarên Kurd telefonê ANF’ê kirin û diyar kirin ku hin xebatkarên Targobank a ku krediyan dide berhemên Saturnê, dibêjin “Em vê pasaportê nas nakin. An nasnameya hemwelatiya Alman bînin an jî nasnameya Tirkan”.
Li gorî qanûna biyaniyan a dewleta Almanyayê, piştî mafê penaberên siyasî yên Kurd hatin qebûlkirin “Destûra Lêrûniştinê (îqamet)” (Aufenthaltsgestattung) tê dayîn.
Ji ber giliyên penaberên Kurd, ANF’ê bi telefonê gihand rayedarên Targobankê. Rayedaran diyar kirin ku tu pêkanîneke wiha tune ye û rayedarên bankayên xwestin ku ger giliyên wiha hebin, bila bi awayeke yekser li navenda bankayê bigerin û dê pirsgirêk çarser bibe. Ji bo gilî; "018039944009" an jî "0203 - 34 77 826".