Li Almanyayê ji bo Rojava wê xwepêşandan dewam bikin

Li Almanyayê ji bo Rojava wê xwepêşandan dewam bikin

Kurdistanî û dostên wan ên li Almanyayê dijîn ji bo piştevaniyê bidin Şoreşa Rojava û êrîşên li dijî gelê Kurd şermezar bikin vê hefteyê wê li gelek bajaran xwepêşandanan organize bikin. Di meş û mîtîngan de ji bo êrîşên li dijî gelê Kurd bi dawî bibin û raya giştî ya navneteweyî bikeve nav tevgerê wê daxwaz bên kirin.

Ji bo êrîş û qelîamên komên çete yên girêdayî El Qaîdeyê yên li hemberî gelê Kurd ê Rojava bên şermezarkirin wê xwepêşandanên Kurdistaniyên li Ewropa dijîn vê hefteyê bidomin. Di çalakiyên ku ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurd ên Almanya  (YEK-KOM) ve tên organîzekirin de wê daxwaz bê kirin da ku di serî de hukûmeta Elman û Yekîtiya Ewropayê bikeve nav tevgerê.

YEK-KOM'ê da xuyakirin ku gelê li Rojava dixwaze bi awayekî wekhev û azad bi gelên din re bijî û ev bang kir:  

"Gelê Rojava, ji aliyê komên çete yên girêdayî El-Nusra El-Qaîde rastî êrîşan tên ku ev komên çete di serî de ji aliyê dewleta Tirk, hukûmeta AKP’ê û hêzên cur bi cur tên destekkirin. Ev koma qatil, bê ku bêje zarok, jin pîr û kal êrîşî gelê me dike û qetlîamên hovane li pêşberî çavên cîhanê dike. Ev hêz û yên van hêzan destek dikin hewl didin destketiyên gelê Kurd tune bikin, dixwazin wekhevî û biratiya di navbera gel û olan de asteng bikin.

Ev destketî ne tenê yên gelê gelê Kurd ên Ereb, Asûrî-Suryanî, Ermenî, Tirkmen, Xiristiyan, Misliman, Elewî, Ezîdîyan e. Em di serî de gelê Kurd bang li parêzvanên aştî, demokrasî, wekhevî û biratiyê, şoreşger û demokratan dawetî meş û mîtîngan dikin. Êrîşên li dijî Rojava êrîşên li dijî tevayî Kurd û destketiyên wan e. Destekkirina berxwedana Rojava li çar parçeyan parastina desketiyên Kurdan e.  Destekkirina Rojava parastina yekîtiya azad û wekhev a Kurd, Asûrî, Ermenî, Ereb û Tirkan e.  

Bernameya mîtîng û meşen ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)’ê û Federasyona Komeleyên Kurd (YEK -KOM) tên organîzekirin wiha ne:

FRANKFURT: Wê îro meş û mîtîng bên lidarxistin. Girse ji bo meşa ku wê saet 18.00'an destpê bike li Qada Hauptwache kom dibe. Wê mîtîng li Romerplatz pêk bê.

MANNHEÎM: Di 9’ê Tebaxê de wê meş û mîtîng bên lidarxistin. Wê girse li Wasserturmê ji bo meşa ku wê saet 17.00'an destpê bike kom bibe. Wê mîtîng jî li Qada Pardeplatz pêk bê.

SAARBRUCKEN: Wê  9’ê Tebaxê mîtîng pêk bê. Mîtîng saet 17.00'an li ber Europagalerîe wê pêk bê.

BÎELEFELD: Wê 9’ê Tebaxê roja Înê mîtîng pêk bê. Cih û saeta ku Kurdistanî û dostên wan ên li  Osnabruck dijîn beşdarî mtîngê dibin hîn zelal nebûye..

DARMSTADT: Wê 9’ê Tebaxê  roja Înê mîtîng bê lidarxistin. Mîtîng saet 17.00'an wê li Qada Luisenplatzê bê lidarxistin.

GÎESSEN: 10’ê Tebaxê roja Şemiyê wê meş û mîtîng bê lidaxistin. Wê meş saet 17.00'an li ber Qada Kîrchenplatz destpê bike.

BERLÎN: 10’ê Tebaxê wê meş û mîtîng bê lidarxistin. Meş saet 18.00'an ji Qada Hermannplatz wê destpê bike.

BREMEN: 10’ê Tebaxê roja Şemiyê wê meş û mîtîngeke ku Kurdistanî û dostên wan ên li Oldenburg û Lohnê dijîn bê lidarxistin. Wê meş saet 14.00'an li ber Îstasyona Navendî ya trenê (Hauptbahnhof) destpê bike.

KASSEL: 10’ê Tebaxê roja Şemiyê wê meş û mîtîng bê lidarxistin. Wê meş saet 16.30'an destpê bike.

FREIBURG: 10'ê Tebaxê wê roja Şemiyê meş û mîting bê lidarxistin. Meş wê saet di 18.00'an de li Alte Synagog Platz'ê bê lidarxistin. 

NURNBERG: 10'ê Tebaxê roja Şemiyê wê li Mahnwach'ê dezgeh bê danîn. 

KOLN: 10’ê Tebaxê roja Şemiyê wê mîtîngeke ku Kurdistanî û dostên wan ên li bajarên Duren, Leverkusen û Aachen dijîn jî beşdar bibin bê lidarxistin. Wê mîtîng li ber Dêra Dom saet 16.00’an destpê  bike.

DUISBURG: 10’ê Tebaxê roja Şemiyê mîtîng û meşeke ku ji aliyê endamên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Elmanya tên organîze kirin pêk tê. KurdistanÎ û dostên wan ên li Dormund, Hagen, Bochum, Essen ve Diusburg dijîn beşdarî meş û mîtîngê dibin. Wê meş saet 14.00’an li ber Duisburg Hauptbahnof destpê bike.