Li Amanosan têkoşîna 15 salan
Li Amanosan têkoşîna 15 salan
Li Amanosan têkoşîna 15 salan
Li Amanosan di navbera gerîla û leşkeran de şerekî dijwar qewimî. Di vî şerî de fermandar Apê Haydar ji pişta xwe birîndar bû û wî bi birîndarî xilas kirin. Di şerê dijwar de 8 gerîla, şehîd dikevin ku pêşî 2 jê bi saxî dîl tên girtin û dawiyê li ber çavê gundiyan tên înfazkirin
Gerîlayên ji bo vekirina herêma Amanosan çûbûn herêmê bi xebatekî gelekî zehmet re rû bi rû bûn. Gerîla heta demsala payîzê bi leşkerên artêşa tirk re di nava şerekî dijwar de bûn. Gerîla li aliyekî bi leşkeran re şer dikirin, li aliyê din jî xebatên xwe yên rêxistinî jî bênavber dimeşandin. Lê kesên wekî Şemdîn Sakik jî hêj nû çûbû Amanosan, ji ber şertên zehmet ji wir reviya. Gelek gerîla bi hatin û çûyîna Şemdîn nehisiyan jî. Di meha adarê de di navbera gerîla û leşkeran de şerekî dijwar qewimî. Di vî şerî da 8 gerîla şehîd ketin. Hêj cenazeyên wan nedane malbatên wan.
Gerîlayên ku nêzî salekê li çiyayê Amanosan bûn, di meha mijdarê de şahidiya payîzê dikirin. Darên ku bihar û havînê bi pelên xwe gerîla ji leşkeran diparastin êdî zer bûbûn û hêdî hêdî ji şaxên daran xwe berdidan erdê. Di dawiya mijdarê de rengê zer li hemû qadên Amanosan serwer bûbû û dîmeneke rengîn derketibû holê. Di nava vê rengîniyê de çêlekên bêxwedî li wir zêde bûbûn. Sedema vê yekê jî piştî ku di 1994’an de derketina zozanan hat qedexekirin, gelek çêlek bêxwedî man û bêxwedî li çiyayên Amanosê digerin. Ev çêlekên bêxwedî hem ji bo gerîlayan û hem jî ji bo leşkeran bûbûn çavkaniya xwarinê. Gerîla 17 çêlekan bi hev re serjê dikin û goştê wan dikin qelî. Gerîla qeliya ku çêkirine dixin tenekeyan û wan li bin erdê vedişêrin. Her wiha gerîla xaniyên zozanên bêxwedî jî bi kar tînin û gelek caran tên li wir dimînin.
TU KESÎ ŞEMDÎN NEDÎT
Bi hatina zivistanê re agahiya ku Hasan Atmaca (Ferhan) wekî berpirsyar çûye Amanosan û gihîştiye biryargehê tê bihîstin. Lê gerîla heta wê gavê jî Şemdîn Sakik wekî berpirsyarê herêmê dizanin. Şemdîn ê ku bi Bedran re hatibû Amanosê, piştî dît ku li herêmê operasyon û şer zêde ye bi hinceta ku ‘Ewlehiya min li vir tune ye’ dixwaze dîsa vegere akademiyê. Hêj biryara akademiyê neihîştibû biryargehê Şemdîn bi komek gerîla re bi kamyona hêjîran re derdikevin rê. Şemdîn û koma pê re di kasayê kamyonê de tên heta Antakyayê û ji wir diçin navçeya Yayladagiyê û ji wir derbasî bajarê Lazkiye yê Sûriyeyê dibe. Şemdîn ji wir jî derbasî akademiyê dibe. Ji ber vê yekê gelek gerîla hê jî nizanin bê kengî Şemdîn hatiye herêmê û kengî çûye.
Gerîla di demsala zivistanê de jî xebatên xwe bênavber didomînin. Hin caran ji bo veşartina zexîreyan çalan dikolin û li wir bi cih dikin, hin caran jî ji bo têkiliyên nû çêbikin dadikevin zozanan. Gerîla her tim bi ser gundên cerdevanan de digirin û çekên wan ji wan distînin. Xebaten gerîla û operasyonên leşkeran di nav hev de pêk tên û her tim gerîla bi taktîkên şer operasyonên leşkerî vala derdixistin. Ji bo gerîlayên Amanosê roja 28’ê sibatê gelekî girîng e. Ji ber di wê rojê de radyoya ku gerîla her tim guhdar dikir a bi navê Arkadaş Radyo hat girtin.
VÊ CARÊ ARTÊŞ REVIYA
Bi hatina biharê re tevgera gerîlayan zêdetir bû. Komek gerîla di meha adarê de ber bi Erzînê ve bi rê ketin. Koma gerîla gihîşt herêmê û li wir dest bi xebatê kir. Vê carê Artêş ji nav refên gerîla reviya. Gerîla ji bo wî biqefilînin li pey wî ketin. Ji ber ku baraneke dijwar dibariya û rê herî bû şopandina wî zehmet bû. Gerîla texmîn dikirin ku ew dixwaze derkeve ser riya bejayî û ji ber vê yekê demildest agahî ji koma gerîla ya nêzî Osmaniyeyê bûn re şand. Gerîla li ser texmîna ku ew teslîm bûye cihê xwe vala kirin û ber bi cihekî din bi rê ketin.
ŞERÊ BÊWEXT
Koma gerîla gelek caran xwe berdida zozanên Zorkunê û li wir bêbaldarî tevdigeriyan. Gerîla li wir telefona bêrîkê bi kar anî. Ji ber vê bêtevdiriyê leşker cihê gerîla tespît kirin û li herêmê operasyon da destpêkirin. Leşker kemîn danîbûn ser riya gerîlayan. Ji ber vê yekê gerîla berê xwe dan aliyê Osmaniyeyê. Wextê ku di kêleka çem de derbas dibûn li wir dîtin ku leşkeran kemîn daniye.
Gerîla Îbrahîm bang li hevalê xwe kir ku leşker li ser rê kemîn danîne û koma wan dîtine. Li ser vê yekê gerîla tevdîrên parastinê girtin û li herêmê belav bûn. Heke gerîla fîşeka pêşî biteqanda wê însiyatîf bigirtina destê xwe û derbek mezin li leşkeran bixistana. Beriya gerîla leşker bi ser gerîlayan de gule barandin. Leşker di bêtêlên xwe de ji gerîlayan re digotin “Herî kêm 10 kuştiyê we hene.” Wextê ku şer berdewam dikir, artêşa tirk ji Erzîn û Osmaniyeyê leşker dişandin qada şer.
APÊ HAYDAR BIRÎNDAR BÛ
Di vî şerî de Apê Haydar ji pişta xwe ve birîndar bû. Divê Apê Haydar bi lez û bez ji qada şer bihata derxistin. Gerîla Şiyar çente û çeka Apê Haydar hilgirt û hewl dan wî ji wir derxin. Di vê navberê de di nava gerîlayan de li ser plansaziyê nîqaş hebû. Dawiyê biryara ku wekî 2 koman ber bi jêr ve çûn. Koma din ku ji Kendal, Dr. Bedran, Şîrîn, Nurhak, Yaşar, Xeyrî, Îbrahîm û Şiyar pêk dihatin ber bi jor ve bi rê ketin. Ji ber ku şer dijwar bû, çawa herdu kom ji cem hev çûn, têkiliya wan jî ji hev qut bû.
Apê Haydar ê ku li pişta hevalê xwe bû ji gerîlayan xwest ku rawestin. Piştî ku gerîla disekinin, Apê Haydar ji wan re got ku “Hevalno êdî ez dimirim. Ji Serokatî re bibêjin ku bila heqê xwe li min helal bike.” Gerîlayek piştî vê axaftinê li Apê Haydar vegeriya û jê re got: “Hevalê Haydar mirina çi?” Piştî vê axaftinê koma gerîla dorpêça leşkeran şikandin û ji qada şer dûr diketin. Lê haya wan ji koma din tune ye.
Piştî demekê dîsa li cîhekî disekinin û bi bêtêlê axaftina leşkeran guhdar dikin. Leşker di bêtêlê de ji fermandarên xwe re dibêjin ku 2 ji wan mirine û 4 jî birîndarên wan hene. Lê der barê rewşa koma din de leşker tu agahiyê nadin. Gerîla êvarî radyoya tirkan guhdar dikin. Pêşkêşvanê nûçeyan got ku di şerê Erzînê de 8 gerîla şehîd ketine. Wekî din der barê komê de tu agahiyan nagirin.
GIHÎŞTIN ÎSKENDERÛNÊ
Koma gerîla piştî meşa 15 rojan digihîjin qada Îskenderûnê û li wir koma li Îskenderûnê dibînin. Heta ku diçin cem vê komê jî agahiyan wan ji koma din tune ye. Lê dîsa jî agahiyê ji komê nagirin. Dawiyê dibihîzin ku koma gerîla ya bi pêşengiya Kendal di qada şer de ji wan veqetiya bûn, 6 gerîla di şer de şehîd dikevin û 2 gerîla jî dîl dikevin destê dijmin. Leşkerên artêşa tirk herdu gerîlayên dibin gundê Kuyukê û hemû gundî li kolana gund kom dikin.
Leşker ji gundiyan re dibêjin ku ‘Me 6 ji wan kuşt û em ê niha ev herdu kesan jî bikujin.’ Dawiyê herdu gerîla bi awayekî hovane li ber çavê gundiyan guleberan dikin. Bi vî awayî herdu gerîla jî qetil dikin. Dawiyê cenazeyê 8 gerîlayan dibin qereqolê û li wir nîşanî xwendekarên lîseyê didin.
CENAZEYÊ 8 GERÎLAYAN LI KU NE?
Di şerê 16 û 18’ê adara 1998’an de li Erzînê qewimî de fermandarê komê Kendal (Suleyman Bariş), Îbrahîm (Ercan Kavak), Yaşar (Murat Guven), Şîrîn, Şiyar, Xeyrî , Nurhak û Dr. Bedran şehîd ketin. Pêşî cenazeyê gerîlayan li Goristana Erzînê defin kirin. Ji ber ku faşîstan êrîşî gorên gerîlayan dikirin, cenazeyên gerîlayan ji wir hatin derxistin û birin li kêleka çemê nêzî leşkeriyê bi awayekî komî hatin definkirin.
Malbatên gerîlayan ji bo wergirtina cenazeyê zarokên xwe di sibata 2011’an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Erzînê dan. Lê tu encam bi dest nexistin. Hê jî malbat li benda rayedaran e ku cenazeyê zarokên wan radestî wan bikin. Gerîlayê bi navê Abdulhalîm Ozdemîr ê ku niha li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê tê girtin û tevli wî şerî bûbû der barê şer de name ji ÎHD’ê de şand. Ozdemîr di nameya xwe de diyar dike ku şer di 18 û 19’ê adara 1998’an de di navbera zozanên Olukbaşiya Osmaniye û zozanê Sofular a gundê Gokdereya Erzîna Hatayê qewimî. 8 hevalên wan ên ku bi Kendal re çûn şehîd ketin.