Li Amanosan têkoşîna 15 salan

Li Amanosan têkoşîna 15 salan

Li çiyayê Amanosan bi qasî gerîlayan, dîlên azadiyê jî di nava hewldanan de bûn. Dîlên azadiyê yên ku di Girtîgeha Îskenderûnê de dihatin girtin tunel kolan û 28 dîlên azadiyê ji girtîgehê derketin derve

Gerîlayên ku li çiyayên Amanosan bi cih bûn ji sê aliyen ve dest bi xebatan kirin. Li çiyayên Amanosan gerîlayan plansaziya xebatê derxistibû, dîlên azadiyê yên di Girtîgeha Îskenderûnê de dihatin girtin ji bo ji girtîgehê derkevin dest bi xebatê kirin. Dîlên azadiyê tunela ku 8 meh berdewam kir kolandin û dawiyê 2 jê ji MLKP’ê bi tevahî 28 dîlên azadiyê ji girtîgehê derketin. Artêşa tirk ji bo girtina dîlên azadiyê û gerîla ji Amanosan derxînin dest bi operasyonên mezin kirin. Gerîla bi rêbazên leşkerî operasyonên artêşa tirk pûç derxistin.

Dîlên azadiyê yên ku li Girtîgeha Îskenderûnê dihatin girtin ji bo ji girtîgehê derkevin dest bi kolandina tunelê kirin. Dîlên azadiyê 8 mehan bênavber tunel kolandin. Piştî ku tunel qediya ji bo ku wan bigirin û bibin çiya agahî ji gerîlayan re şandin. Lê di plansaziya wan de kêmaniyek derket holê. Serê tunelê li nêzî kulubeya leşkeran derketibû. Dîlên azadiyê ev tunel betal kirin û careke din dest bi kolandinê kirin. Careke dina agahî ji gerîlayan re şandin. Vê carê xebatên wan li gorî plansaziyê diçû û di 7’ê adara 1997’an de 2 jê endamê MLKP’ê bi tevahî 28 dîlên azadiyê di tunela ku 54 metre hatibû kolandin de derketin derve.

Gerîlayên ku bi riya mîlîsan agahiya dîlên azadiyê wergirtibûn, ji bo wan bigirin cihê ku hatibû nîşandan. Gerîlayan 12 dîlen ku derketin derve bi xwe re birin û çûn qada gerîlayan. Fermandarê gerîlayan bi riya bêtêle agahî bi biryargehê re şandin û diyar kirin ku gerîla xwe gihandine 12 dîlên azadiyê û bi wan re bi qada gerîla bi rê ketine. 8 dîlên din jî ber bi qadên cuda ve bi rê ketin.

Gerîla ji bo ewlehiya dîlên azadiyê koma ku bûbû du kom û her komek ber bi aliyekê ve bi rê ketin. Piştî dîlên azadiyê derketin derve artêşa tirk bi tevlibûna hezaran leşkerî di saetên şevê de dest bi operasyona hewayî û bejayî kirin.

Komên ku ji hev cuda bûn yek jê gihîşt biryargehê, ya din jî hefteyekê li herêma bi cih bûbû ma. Di vê navberê de ji Bekayê talîmata ku herdu koman bibin akademiyê ji fermandariya Amanosan re çû. Fermandarî civîn çêkir û di encama civînê de biryara piştî ku pelên dara hêşîn bibin, bi pêşengiya gerîlayan herdu koman bibin akademiyê, hat wergirtin.

Gerîla ji bo koma duyemîn jî bigihînin biryargehê dest bi amadehiyê kirin. Koma duyemîn li çiyayê Barazê bi cih bûbû. Leşkerên artêşa tirk cihê koma duyemîn tespît kiribû û amadekariya operasyonê dikirin. Ji ber ku bêrtêla vê komê tunebû haya wan ji leşkeran tunebû. Lê biryargeh bi guhdarkirina bêtêla leşkeran hîn bûn ku cihê koma duyemîn hatiye tespîkirin. Wan nikarîbû agahiyê ji wan re bişîne. Biryargeh ji bo vê komê tiştekî ku bike tunebû, ev yek wan xistibû nava bêçaresetiyê. Tenê tiştê ku ji destê wan dihat bi bêtêlê encamên operasyonê guhdar bikin.

Bi hezaran leşkerên tirk li dijî koma duyemîn a ku li çiyayê Barazê bi cih bûbûn operasyon dan destpêkirin. Di demek kurt de dengê çekan li çiyayê Amanosan belav bû. Ji ber ku qada Amanosan nû hatibû vekirin û bi tevlibûna dîlên azadiyê hejmara gerîlayan zêde bûbû û çekên wan kêm bûn.

Biryargehê ji bêtêlê bihîstin ku ji hevalên wan yek bi birîndarî dîl ketiye destê leşkeran û du kes jî şehîd ketine. Ev koma ku ketibû kemîna leşkaran koma Pîr Kemalê ji Karamanê bû. Di encama vê operasyonê de gerîla Pîr Kemal û dîlê azadiyê Mehmet Şîrîn Onen şehîd ketin.

Ji ber operasyonen leşkerî gerîla li hemû qadên belav bûn. Li aliyekî berfeke dijwar dibariya, li aliyê din jî li hemberî operasyonê tedbîrên xwe dirgirtin. Gerîla ji bo encamên operasyonê hîn bibin operasyon li kîjan qadê belav bûye radyo guhdar dikirin. Di radyoyê de agahî wergirtin ku li çoltera Hassayê 8 dîlên ku derketibûn ji hêla leşkeran ve hatibûn girtin.

Komên gerîlayan yek jê ber bi aliyê Islahiyeyê ve ya din jî ber bi aliyê Dortyolê ve bi rê ketin. Armanca wan ew bû ku hem xwe bigihînin depoyên zexîreyên ku li bind erdê bi cih kiribûn û hem jî xwe bigihînin koma Pîr Kemal û hevalên wir rizgar bikin. Ji ber ku bêtêl bi wan re tune bû, bi nîşaneyên destan ji hev fêm dikirin.

Koma ku ber bi Dortyolê ve diçû rastî gerîla Ferhat hatin. Li wir bihîstin ku Ramazan di şer de birîndar bûye û li qada şer maye û ji Salih jî agahî nayê girtin. Ramazan dîlê ku ji girtîgehê derketibû. Dawiyê Ramazan bi awayekî birîndarî ji qada şer derdikeve û xwe digihîne koma gerîlayan. Salih jî di bin kendalekî de ji hêla gerîlayan ve di xew de tê dîtin. Ligel vê operasyona berfireh jî gerîla koma duyemîn jî wekî koma yekemîn birin biryargehê.

Her wiha kesê bi navê Mazlum ku berê xwestibû bireve û ji hêla gerîlayan ve hatibû girtin di bin çavan de bû. Dawiyê Mazlum hatibû efûkirin. Piştî vê yekê Mazlum ji cihê ku lê bi cih bûbûn di nobetê de reviya û teslîmî leşkeran bû. Biryargeh li ser reva Mazlum neçar ma ku cihê xwe biguherîne.

Bi reva Mazlum re leşkeran operasyona xwe bi aliyê biryargehê ve berfireh kir. Gerîlayan li aliyê Erzînê bi leşkeran re ketin şer. Di vî şerî de 4 cerdevan hatin kuştin. Vê carê leşkerên tirk Mazlum jî bi xwe re birin qada operasyonê û wî jî tevli operasyonê kirin. Lê ji ber taktîkên gerîlayan, hemû hewldanên Mazlum û yên leşkeran pûç derketin.

Koma gerîla ji bo ewlehiyê ber bi çoltera Erzîn û Dortyolê ve bi rê ketin. Piştî ku gerîla li çiyayên Amanosan belav bû, ji herêmê tevlibûna gundiyan a nav refên gerîlayan zêde bû. Car caran bi leşker û tîmên taybet ên ku derdiketin operasyonê re şer diqewimî. Gerîlayên ku diçûn bi mîlîsan re hevdîtinê çêbikin li herêma Çemê Kasaban ketin kemîna leşkeran. Di vî şerî de gerîlayek şehîd ket.

Di heman rojê de koma gerîla ku ji 15 kesan pêk dihat û pêşengiya wê Apê Haydar dikir ji akademiyê derketibû rê gihîşt Amanosan. Bi hatine gerîlayên nû re operasyonên leşkerî zêdetir bûn. Armanca operasyonan pêşîgirtina gerîlayan bû û ji bo li Amanosan zêde belav nebin û dîlên ku ji girtîgehê reviyan dîsa bigirin.

Di bin operasyonên berfireh de gerîlayan dest ji xebatên xwe yên rêxistinî û belavbûna hemû qadên Amanosan bernedan. Gerîla gav bi gav li herêma Amanosan belav dibû û qadên nû vedikirin. Bi vê tevgera gerîlayan re leşker destûr neda kes derkeve zozanan. Bi vê yekê nehiştin ku bi deh hezaran kes derkevin zozanan. Gerîla li cihên zozanan bi cih dibûn û ji bo amadehiya zivistanê jî xebatên xwe bênavber berdewam dikirin. Gerîla zexîreyên ku berhev dikirin ji bo zivistanê dixistin bin erdê.

Di meha gulanê de gerîla dîlên ku gihîştibûn biryargehê ber bi akademiyê ve bi rê kirin. Di vê navberê de operasyonên leşkerî jî bênavber didomiyan. Di şerê di mehên havînê de gerîla Ferhat û Adnan şehîd ketin. Gerîla di mehên havînê de bêhtir giraniya xwe dan ser xebata propaganda û bêçekirina cerdevanan.

Gerîla xwe berdan nava koçerên li herêma Kastellî ne û li wir ji hêla gundiyan ve bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin. Gundiyan çenteyên gerîlayan bi xwarinê dadigirtin û bi vî awayî wan bi rê dikirin. Piştî ku gerîla li Amanosan bi cih bûn, vê carê komên gerîlayan ber bi herêmên Islahiye, Dortyol, Erzîn û zozanên Kastellî û Zorkunê ve hatin şandin. Di çûyîna gerîlayan de car caran şer qewimî. Di van şeran de gerîla Kemal Afrîn, Serhildan Toros û Cemal şehîd ketin. Leşkerên tirk piştî şehadeta van gerîlayan dîsa serî li rêbazên dermirovahî didin û cenazeyê gerîlayan gund bi gund digerînin. Piştî vê yekê der barê canezayên hersê gerîlayan de agahî nayên girtin.

Di mehên havînê de komek gerîla ji bo qada Antalyayê were vekirin bi riya bejayî şandin Antalyayê. Li Amanosan jî operasyonên leşkerî bênavber didomiyan. Komek gerîla ku pêşengiya wê gerîla Kendal dikir ji bo operasyona ku bi alîkariya hewayî hatiye destpêkirin bikişîne ser xwe di meha tîrmehê de ber bi çoltera Bahçeya Osmaniyeyê ve bi rê ketin. Koma gerîla xwe digihînin zozanên Kastelliyê. Li wir dibînin ku zozan hatiye valakirin. Gerîla ji bo demekê li wir bi cih dibin. Dawiyê dîsa bi rê dikevin. Koma gerîla xwe digihînin qadên nû. Ji ber ku qad nû ne li wir keşif dikin û cihên nobetê diyar dikin. Li çoltera Bahçeyê ji bo cihê xwe deşîre bikin car caran xwe nîşanî şivanan didin. Di meha tebaxê de leşkerên tirk li çiyayê Mercîmekê operasyon dan destpêkirin. Gerîla li wir leşkeran li hemû qadê gerandin û bi wan re neketin şer.

Gerîla cara ewil ketin zozanê Kargozê. Gerîla diçin gundê cerdevanan a Hisarliyê. Gerîla li wir diçin mala gundiyekî. Ew mala ku çûnê mala cerdevanê bi navê Şemsettîn e û di wê demê de çeka wî desteser dikin.

20 DÎLÊN KU GIHÎŞTIN HERÊMA GERÎLAYAN

Dîlên azadiyê yên ku bi tunelê ji girtîgehê derketin û xwe gihandin herêma gerîlayan ev in: “ Mehmet Fahrî Çîftkuş, Îrfan Mantaroglu, Vedat Yoldaş, Mehmet Şîrîn Onen, Soncan Gedîk, Yasîn Aydiın, Erdal Sarigul, Erdal Oguz, Reşat Ozdîl, Kazim Tepelî, Mustafa Atalay, Mujdat Gur, Ramazan Çatasin, Beşîr Gul, Mehmet Takar, Îbrahîm Akkoç, Mustafa Oner, Yunus Aydemîr, Îlhan Karatepe û Yusuf Demîr.” Hefteyek şûnde dîlê azdiyê Mehmet Şîrîn Onen di şer de bi birîndarî dîl ket destê leşkeran û bi îşkenceyeke hovane hat qetilkirin.