Li Amed, Sêrt û Nisêbînê li dijî dibistanên Tirk çalakiyên bi molotofan

Li Amed, Sêrt û Nisêbînê li dijî dibistanên Tirk çalakiyên bi molotofan

YDG-H'iyên morkirina dibistanên Kurdî şermezar kirin, li Amed, Sêrt û Nisêbînê, li hemberÎ dibistanên Tirk çalakiyên bi molotof kokteylan lidar xistin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li navçeya Amed Rezanê, li hemberî Dibistana Vehbî Koç a kolana 258. a Taxa Peyasê û li hemberî Dibistana Seretayî ya Hurriyetê ya li kolana 766. a Taxa 5 Nîsanê çalakiyên bi bombeya deng xwe bi tesîr, hat lidarxistin.

Li her du dibistanan zerara madî rû dan û piştî bûyeran rêveberên dibistanan û polîs hatin cihê bûyerê, lêkolîn kirin.

Li gundên Dolûharman û Tûzkûyû yên li navenda Sêrtê jî, du dibistan bi benzînê hatin şewitandin.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê jî Dibistana Seretayî ya Bulent Pekdemîr a li ser Bûlvara Kanarya ya Taxa Firatê, ji aliyê komeke endamên YDG-H ve bi molotofan hat şewitandin. Di encama çalakiyê de li dibistanê xesara madî rû da.