Li Amed û Geverê tevgera hewayî

Li Amed û Geverê tevgera hewayî

Li navçeya Gever ya Colemêrgê liv û tevgera Heron û helîkopteran heye. Li Amedê jî balefirên şer rabûn.

Ji şeva din ve heya vê sibehê li navçeya Gever, Şemzînan û Oremarê Heron digeriya. Di demjimêrên sibehê de jî ji Geverê balefirên şer rabûn, ber bi Şemzînanê ve çûn. Liv û tevgera li herêmê didome.

Balefirên şer yên artêşa Tirk ji 8’mîn Balefirgeha Jetan ya girêdayî 2’mîn Fermandariya Hêzên Hewayî ya Amedê rabûn. Firîna balefirên şer navber navber didome.