Li Amed û navçeyên wê 15'ê Tebaxê tê pîrozkirin
Li Amed û navçeyên wê 15'ê Tebaxê tê pîrozkirin
Li Amed û navçeyên wê 15'ê Tebaxê tê pîrozkirin
29. salvegera pêngava 15'ê Tebaxê li Amed û navçeyên wê bi awayekî girseyî hat pîrozkirin.
Salvegera pêngava 15'ê Tebaxê li Kurdistanê bi coş û girseyî tê pêşwazîkirin. Li navçeya Amed Sûrê, bi beşdariya sedan kesî li taxa Îskender Paşa pîrozbahî hat lidarxistin.
Li qada pîrozbahiyê pankartên bi nivîsa "Şoreşa Rojava hêza xwe ji 15'ê Tebaxê digire" û "Em Xweseriya Demokratîk silav dikin, ji Birêz Ocalan re Azadî" û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mahsûm Korkmaz (Egîd), Zeynep Kinaci (Zîlan) û alên KCK'ê hatin daliqandin.
Di pîrozbahiyê de Hevseroka BDP'ê ya Rêxistina Amedê Zubeyde Zumrut, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Sûrê Adnan Akgul û Alîakra Şaredara Sûrê Azîze Deger jî amade bûn. Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtin û xwendina sirûda Çerxa Şoreşê destpê kir.
Di pîrozbahiyê de govend hat gerandin û fîşekên hewayî hatin teqandin.
Serokê Rêxistina BDP'ê ya Sûrê Adnan Akgul di axaftina xwe ya li vê derê de diyar kir ku ew bi fîşeka yekemîn a di 15'ê Tebaxa sala 1984'an de hat teqandin re, hatine roja îro û got, "Em soz didin Rêber Apo û şehîdan ku emê di rêya wan a bi rûmet de bimeşin. Li Rojhilata Navîn, şoreşa Rojava hêviyê diafirîne."
Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî got, "Em 15'ê Tebaxê bi awayekî bi rûmet pîroz dikin. Serxistina van rojên dîrokî û berpirsyariya li pêşberî vê, partiya me tacîdar dike." Zumrut di axaftina xwe de bang li Amediyan kir ku roja 15'ê Tebaxê beşdarî pîrozbahiya li Qada Batikentê bibe.
Ji aliyê din ve li navçeya Amed Erxeniyê jî, pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê destpê kirin. Duh li 12 taxan bi fîşekên hewayî pîrozbahiyan destpê kirin û wê heta sibê dewam bikin.
Li navçeyên din ên Amedê, 15'ê Tebaxê bi fîşekên hewayî hat pîrozkirin.