Li Amed û Şemrexê agirê Newrozê

Li Amed û Şemrexê agirê Newrozê

Li navçeya Rezan a Amedê bi sedan welatiyan agirê Newrozê pêxist û govend gerand. Li gundê Şewaşî yê navçeya Şemrexêya Mêrdînê jî welatiyên li Qada Gund kom bûn agirê Newrozê geş kirin.

Hêj 11 roj ji Newrozê re maye welatiyan ji niha de agirê Newrozê geş kirin û dest bi pîrozbahiyan kirin. Îsal Newroz bi silogana "Rêberê Azad, ji Kurdan re statû, bi Rizgariya Demokratîk Jiyana Azad" dê li gelek navdan Newroz bê pîrozkirin.

Li Amed û Mêrdînê agirê Newroza 2013'an şevê din geş bû. li Korxeta navçeya Rezan a Amedê bi sedan welatî li hev kom bûn û yekem agirê Newrozê geş kirin. Welatiyên ku kolana Cemîloglu li trafîkê girtin dar û êzîng li ser hev kom kirin û agirê mezin ê Newrozê pêxistin. Welatiyan qada pîrozbahiyê bi rengê kesk, sor û zer xemilandin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK û PKK'ê rakirin.

Girsê di pîrozbahiyê de bê navber "Ji Ocalan ê PKK ava kir re hezar silav" û "PKK gel e, gel li vire" "Bijî Serok Apo", "Ocalan", "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" "Ciwan fedaiyên Apoyî ne"qîr kirin. Pîrozbahiyê heta derengê şevê berdewam kir.

LI ŞEMREXÊ JÎ AGIRÊ NEWROZÊ GEŞ BÛ

Li gundê Şewaşî yê navçeya Şemrexa Merdînê jî agirê Newroza îsal geş bû. Di pîrozbahiya Newrozê de Şaredarê Şemrexê Hasip Aktaş, endam û rêveberên BDP'ê, endamên meclîsa şaredariyê û welatiyê gund jî di nav de bi sedan kes amade bûn. Agirê Newrozê ji aliyê dayîkekê û şaredarê Şemrexê ve hat pêxistin. Di pîrozbahiyê de silogana "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" hat qîrîn.  Welatiyan li dora agir li ber dengê def û zurmeyê govend gerandin. Pîrozbahiyê heta derengê şevê berdewam kir.