Li Amedê 15 kes hatin binçav kirin

Li Amedê 15 kes hatin binçav kirin

Li Amedê di çalakiyên şermezarkirina kuştina 2 kesan a li Geverê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin de 15 kes hatin binçavkirin. 

Li Geverê di 6'ê Kanûnê de polîsan li Geverê Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr qetilkirin. Îro li Amedê ji bo kuştina 2 kesan çalakî hatin lidarxistin. Polîsan bi bombeyên gazê mudaxale kir û bûyer derketin. Di bûyeran de 15 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku 15 kesên li Midûriyeta Polîsan tên girtin jiwana 3 kes jiber lêdana polisan birîndar bûne.