Li Amedê 15 kesên ku hatin binçavkirin îfadê wan tê girtin
Li Amedê 15 kesên ku hatin binçavkirin îfadê wan tê girtin
Li Amedê 15 kesên ku hatin binçavkirin îfadê wan tê girtin
Li protestoyên Geverê yên Amedê de 15 kesên ku hatin binçavkirin ji aliyê Midûriya Polîsan a Amedê kar û barê wanê îfade hat destpêkir.
Li protestoyê Geverê yên Amedê de ji aliyên polîsan ve mûdaxale destpêkir di encama mûdaxeleyan de welatiyên bi navên Rojîn Kaya, Hanîfî Payan, Îlyas Bînen, Huseyîn Yavuz, Selahattîn Ege, Mehmet Karayil, Osman Bayazit, Hakan Petekkaya, Ramazan Karahan, Huseyîn Avci, Dîlan Şanîn û sê welatiyên ku navê wan nehat hînbûn di dema bûyeran de hatin binçavkirin ji aliyê Midûryeta Polîsan ve kar û barê wanê îfade dayînê destpêkir. Ciwanê bi navê Mustafa Oz yê ku ji aliyê polîsa li ambulansê hatibû siwarkirin jî derman kirina vî di nîvide hîştin û girtin binçav.
Dîsa di heman bûyeran de zaroka ku bombêya gazê ket mala wan û dibin bandora gazêde mabû rakiribû nexweşxaneyê hat diyar kirin zarok ji nexweşxaneyê hatî taburkirin û rewşa wî başe. Di dema bûyeran de 4 polêsên ku birîndar bû jî ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Amedê hatin taburkirin û rewşa wan başin.