Li Amedê 2. Konferansa Dayikên Aştiyê
Li Amedê 2. Konferansa Dayikên Aştiyê
Li Amedê 2. Konferansa Dayikên Aştiyê
2'yêmin Konferansa Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê bi tevlibûna 300 delegeyan li Navenda Çanda Hunera Cîgerxwînê ya Şaredariya Kayapinarê dest pê kir.
Di konferansê de ji bilî delegeyan, malbatên Roboskê, Dayika Sema Yuce, Hayrî Durmuş, Medenî Yildirim, Aydin Erdem, Evrîm Demîr û parlementera Qersê ya BDP'ê Mulkiye Bîrtane jî amede bûn. Di salona konferansê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 3 jinên siyasetmedarên kurd Sakîne, Fîdan û Leyla û wêneyên Dayika Rêberê Gelê Kurd Uveyş Ocalan, Dayika Berfo, Zîlan, Berîtan hatin daliqandin. Her wiha pankarta "Bi rihê serhildana dayîkan em ê tekoşîna rizgarîya demokratik bilind bikin" û "Şoreşa Rojava Şoreşa Jinê yê" hat daliqandin.
Li ser navê Dayikên Aştiyê Hewa Kiran axivî û da zanîn ku ji her parçeyek Kurdîstanê dayik tevli konferansê bûne ji ber wê jî gelek bi kelecan e. Kiran diyar kir ku dê ew ê îro li vê derê êşên xwe bi hev re parvekin û wiha got: "Pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve hat destpêkirin, ji aliyê hikûmetê ve tu gav neavêtiye avêtin. Dema Rêbertî got bila gerîla vekişe, me nexwest zarokên me ji erdnîgariya Kurdîstanê biçin. Lê me xwest em bi fikrê Rêberê xwe re bibin yek. Ji ber wê jî me vekişînê qebûl kir. Ji bo ku hikûmet bi Rêberê me re li ser heman meseyê rûne me qebûl kir. Lê heta niha jî hikûmet tu gav neavêtiye. Hikûmet hemû xebatên xwe li ser esasê hilbijartinê pêş dixe. Di pakêda Erdogan de jî AKP derket. Di pakêtê de şer, çewisandin û mirin derket."
Piştî axaftina vekirinê pêşandana sînevîzyonê hat kirin. Piştî sînevîzyonê parlementera Qersê Mulkiye Bîrtane axaftinek kir û diyar kir ku dayik li gel hemû zehmetiyan her tim beşa xwe ya azadiyê berdewam dikin û Bîrtane meşa Dayikên Aştiy silav kir. Mulkiye bal kişand ser qetilkirina kurdan û wiha got: "Me mînaka qetilkirina kurdan a herî dawî di Roboskê de dît. Ligel hemû teklifên hêzên desthilatdar dayikên Roboskê yê bi awayekî rûmet têkoşîna berdewam kirin."
Bîrtane anî ziman ku dê li hemberî hemû hêzên desthilatdar têkoşîna jinan berdewam bike û wiha bi dawî kir: "Têkoşîna jinên kurd têkoşînek bi rûmet e. Em bi dayikên pêşmergeyên Başûrê Kurdîstanê re jî hin hevdîtinan pêk tînin. Ruhê jina kurd li her derî yeke û jinên kurd vê yekê di Rojava de jî nîşan dan.