Li Amedê 4 zarok hatin girtin
Li Amedê 4 zarok hatin girtin
Li Amedê 4 zarok hatin girtin
Heyeta Dadgeha Amedê 4 zarokên têkildarî teqina li tuwaleta jinan a Amadeyiya Anodolu ya Selahattin Eyyubî pêk hatibû hatin binçavkirin, girtin.
Di 9'ê Cotmehê de polîsan bi ser Amadeyiya Anadolu ya Selahattin Eyyubî ya Yenîşehîrê de girt û 4 xwendekar bi hinceta di tuwaleta jinan de teqîn pêk anîne binçavkirin. Xwendekarên amadeyî B.Î, R.G, F.A û H.O. sewqî dadgeha Amedê hat kirin. Dozgeriyê piştî îfadeya wan girt 4 xwendekar bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî bi îdîaya "Li ser navê rêxistinê sûc kirine" û "Madeya talûke bi xwe re gerandine" girtin û şandin girtîgehê.
Prz. Erhan Ulku diyar kir ku, di dosyaya xwendekaran de delîlek şênber tuneye û li gel şopandina fîzîkî û qeydê kamera tuneye jî dîsa hatin girtin.