Li Amedê 7 jê xwendekar 12 kes hatin binçavkirin

Li Amedê 7 jê xwendekar 12 kes hatin binçavkirin

Li Amedê piştî ku biboneya 15’mîn salvegera komploya 9’ê Cotmehê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bû sedem Ocalan ji Sûriyeyê derbikeve meşek protestoyî li darbixin û bi êrîşa polîsan re bûyeran rû da, 7 jê xwendekar 12 kes hatin binçavkirin.

Meşa ku di pêşengiya BDP’a Amedê de xwestin li çar riyana navçeya Rezanê ji bo şermezarkirina komploya navnetewî a 9’ê Cotmeha 1998’an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkhat, lidarbixin rastî astengiya polîsan hat. Hate hînbûn ku, beriya meşê û piştî meşê 12 xwendekarên dibistana amadeyî hatine binçavkirin.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, îro sibehê dema ku B.Î diçû Dibistana Amadeyî ya Anadolû ya Selahedînê Eyûbî polîsan biçavkiriye. Ji Amadeyiya Guler Şefkî Ozbek R.G, ji Amadeyiya Anadolû ya Gaffar Okan S.A, B.Y û H.O jî ji baxçeyê dibistanê û derdorê wê binçavkirine.

Hate ragihandin ku, ji kesên hatine binçavkirin B.Î û R.G ji ber ku temenê wan biçûk bû, ew birin Şaxa Zarokan, xwendekarên din jî birin Midûriyeta Polîsan ya Amedê. Dîsan jî xwendekarên ku bi O. û Ş.G îfade dan, serbest hatin berdan.

Dîsan piştî ku polîsan destûra meşê neda, bûyerên ku li çar riyanê destpêkirin, heya demjimêrên şevê dom kirin. Di dema bûyeran de li derdora çar riyana Rezanê yek jê zarok 2 kes, li nêzî Parka Koşûyolû jî yek jê zarok 5 kes hatin binçavkirin. Hate ragihandin ku, kesên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Polîsan ya Amedê.