Li Amedê ajovanê teksiyê hate qetilkirin
Li Amedê ajovanê teksiyê hate qetilkirin
Li Amedê ajovanê teksiyê hate qetilkirin
Şeva din li Amedê ajovanekê tesksiyê ji aliyê du kesên nasnameyan nediyar ve tê revandin û termê wî li eraziyekî vale dayî ber kêran hate dîtin.
Li gorî agahiyên hatine girtin, Ekrem Kurt (50) ku li navçeya Rezanê ajovantiya teksiyê dike, li gorî îdiayê du kesan jêre gotiye wesayîta wan heye lê ji ber ku wan ehliyet tuneye nikarin bikar bînin û dixwazin wana heya cihekê bibe. Li ser vê yekê Kurt jî vê daxwaza herdu kesan qebûl dike û wana heya cihê ew dixwazin dibe. Piştî wê êdî ji Kurt agahî nayê girtin, îro cenazeyê wî li semta Şehîdlikê li ser îxbarekê hate dîtin.
Yekîneyên Amîrtiya Buruya Cînayetan ya Şaxa Asayîşa Midûriyeta Polîsan ya Amedê diçe cihê bûyerê û termê Kurt ê hatî kêr kirin dîtin. Polîsên ku li herêmê hûrkolînek berfireh dan destpê kirin, her wiha ji bo girtina kesên Kurt kêr kirine û qetilkirine xebat dan destpê kirin.
Ji bo otopsiyê termê Kurt rakirin Morga Tiba Edlî ya Amedê.