Li Amedê banga mîtînga Cizîrê ya li hemberî dîwar
Li Amedê banga mîtînga Cizîrê ya li hemberî dîwar
Li Amedê banga mîtînga Cizîrê ya li hemberî dîwar
Berî mîtînga ku li navçeya Cizîra Şirnexê ya ku di 22'ê kanûnê de ji bo ku piştevaniyê bide gelê Rojava û li hemberî têl û lêkirina dîwar bê lidarxistin li Amedê civîna gel hat lidarxistin. Hevserokê BDP'ê yê Amedê M.Emîn Yilmaz xwedî li derneketina Rojava rexnekir.
Rêxistina BDP'ê ya Amedê der barê mîtînga Cizîrê ya ku di 22'ê kanûnê de ji bo ku piştevaniyê bide gelê Rojava û li hemberî têl û lêkirina dîwarê ser sînor mîtînga ku bê li darxistin li Salona Konferansa Vedat Aydin civîna gel li darxist. Bi sedan welatî, Hevbirên DOHK, MEYA-DER, Aktîvîstên Însîyatîfa Dayîkên Aştiyê, Rêxistênê Saziyên Sîvîl, Hevserokê BDP'ê yê Amedê M.Emîn Yilmaz û gelek Endamên BDP'ê tevlî civînê bûn. Di salonê de panqarta "Jiyana azad Kurdistana azad" û wêneyên kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest daye hat daliqandin. Civîna ku bi rêzdariyê dest pêkiri de Hevserokê BDP'ê yê Amedê M.Emîn Yilmaz axivî. Yilmaz, diyar kir ku heta niha çalakiyên ku li hemberî diwarê ku ji aliyê hikûmetê ve li ser sînorê Rojava tê likirin yek jî baldar nehatiye dîtin û bi heman awayî lêkirina dîwaran berdewam kirine.
'DIVÊ EM BI BIRYAR BIN'
Yilmaz diyar kir ku pêwîste li hemberî dîwarê di navbera Bakurê Kurdistanê û Rojava de lê dibe bi biryar bisekinin û wiha got: "Li hemberî kurdên ku li Rojava dîrokê dinivisînin hikûmeta AKP û Komara Tirkiyeyê piştgirî da çeteyan lê Kurd li hemberî hemû tiştî rêxistin bûna xwe bi hêz dikin. Ji ber ku em bêhtir xwedî li Rojava dernakevin ji vê yekê pişt digrin. Ger me bin qasî ku pêwîst dikir li Rojava xwedî derbiketan dê li Şirnexê dest bi lêkirina têlan nekiran. Ev yek kêmasiya meye. Ger em Kurd xwedî li hevdû derbiketan dê îro em divê rewşê de nebûyan."
ME DÎWARÊ LI NISÊBÎNÊ RANEWESTAND
Yilmaz diyar kir ku diwarê ku li Nisêbinê hat lêkirin nekarî bide rawestan din lê dîwarê ku li Cizrê tê lêkirin heta ku nede rawestan din dê venegerin û wiha got: "Di her kevirên bakurê kurdistan de xwîna rêhevalên meyê Rojava hene. Azadiya Rojava azadiya hemû girtiyanin." Yilmaz diyar kir ku roja 22'ê kanûnê ji bo mîtînga Cizîrê li ber avahiya BDP'ê saet di 09.00'an de wesayît radibin û banga tevlîbûnê li gel kir.