Li Amedê betnaleya berfê
Li Amedê betnaleya berfê
Li Amedê betnaleya berfê
Li Amedê ji ber berfa zêde ya du rojan rêya gundên 17 navçeya bi giştî ji çûyîn û hatinê hatine girtin. Ji navendê û navçeyan ji bo xwedevanê dibistanên seretayî, navîn û amadeyî, saziyên astengdaran û erkdarên genelperiyê yên jinên ducanî biryara betnaleya berfê hat dayîn.
Ji ber berfa zêde ya ji du ve dibare, rêyên di navbera Amed-Çewlîk, Amed-Elazîz, Amed-Riha yê ji trafîqê re hatîne girtin. Li gorî daneyên mudurê Meteorolojiya herêmê germîya herî zêde 0 pileye, sariya herî kêm jî 3 pileye. Hat ragihandin ku li Amedê storbûna berfê 30 santîn merteye. Rêyên 17 navçeyên wê bi giştî hatîne girtin. Hat ragihandin ku ekîbên erkdar yên paqijiya rê amadene rêyan paqîj bike, lê belê ji ber barîna berfê ta niha nekarîne dest pêbike. Hat destnîşan kirin ku dema barîna berfê sekînê wê dest bi xebatên vekirina rêyên gundan bikin.
Li milê din di daxuyaniya ji aliyê walitiyê ve hatî kirin hate destnîşan kirin li navendê û hemû navçeyan ji dibistanên di asta sereteyî, navîn û amedeyî ta 13’ê Kanûnê ketîne bêndanê de. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “ Ji ber barîna berfa zêde ya li bajarê me tê ji bo hemû dibistanên seretayî, navîn, amedî yên navendê û 17 navçeyên me, li gel saziyên atengdaran û erkdarên genelperiyê yên jinên du canî di roja 13’ê Kanûna 2013’an de rojek betnale bikin.”