Li Amedê bi hezaran jinan got, 'Sakîne bi me re ye'
Li Amedê bi hezaran jinan got, 'Sakîne bi me re ye'
Li Amedê bi hezaran jinan got, 'Sakîne bi me re ye'
Li Amedê bi hezaran jin di mitînga "Ji Rosayan heta Sakîneyan rêya we rêya me ye" hatin cem hev. Di mitîngê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin. Dema di peyama Ocalan de beşa "Sakîne di têkoşîna jinê de mînake. Dê hesaba Sakîne bê pirsîn. Hûn divê azad bibin" hate xwendin li qadê slogana "Ji Ocalan re azadî" bilind bû.
Mitînga Tevgera Jinên Azad û Demîkratîk (DOKH) a bi navê "Ji Rosayan heta Sakîneyan riya we riya me soza we soza me" li Qada Îstasyonê ya Amedê dest pê kir. Mitînga bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pêk hat jin li Deriyê Rihayê hatin cem hev û ber bi qada mitîngê ve dest bi meşê kirin û hatin Qada Îstasyonê. Di meşê de pankrata wêneyên Zeynep Kinaci, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Viyan Soran, Sema Yuce li ser a bi nivîsa "Şehidên me rûmeta me ne" li ser hatî nivîsandin hate vekirin û dowîzên "Ji Rosayan heta Sakîneyan têkoşîna me bilind dibe", "Serhildana me mezin dibe", "Sakîne, Fîdan û Leyla di nava me de ne", "Dest nede bedena min", "Ji operasyonên siyasî re na", "Jin jiyan azadî" û "Ji qirkirina jinê ra na" hatin hilgirtin.
Di meşê de meşê de pankratên "3 rêhevalên me nemirin" û "Em xwedî li ked û bedena xwe derdikevin" hatin vekirin. Di meşê de jinan kotiyên tê de beqele heyî ên dibin sîmgeya bereketê hatin hijandin û sloganên "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî", "Ji qirkirina jinê re na" û "Ji Ocalan re azadî" hatin qîrkirin. Di ketina mitîngê de polîsên jin, jin rawestandin. Polîsan ji jinan re got ji ber pankrata "Şehidên me rûmeta me ne" ji aliyê dadgehê ve hate qedexekirin nahilgirin qadê. Li ser vê yekê jinan bertek nîşan da û di demekî kin di navbera polîs û jinan de rageşî derket. Dema polîsa xwest ku pankartê destser bike jinan bi tîlîlî û slogana pankart ji destê polîsan girt û vekirin û ketin qada mitîngê. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî tevlî bû.
Jinên qada mitîngê dagirtin sloganên "Bijî Serok Apo" û "Ji operasyonan re na" berz kirin. Seroka Komîteya Amadekar a Mitîngê Suzan Îşbîlen axaftina vekirina mitîngê kir û wiha got: "Jin nabin koleyên zilam û pergalê." Pişt re rêzgirtin pêk hat. Hevseroka Rêxistina BDP'ê Zubeyde Zumrut jî axaftinekî kin kir û diyar kir ku 3 jinên li Parîsê hatin qetilkirin pêşengên jinan in.
OCALAN: DIVÊ HÛN AZAD BIBIN
Pişt re peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin. Di peyamê de hate diyarkirin Sakîne Cansiz mînake û dê hesaba wê bê pirsîn. Ocalan di peyama xwe de got, "Divê hûn azad bibin" Dema peyama Ocalan hate xwendin jinan sloganên "Bijî Serok Apo", "Ji Ocalan re azadî" û "Bê Serok jiyan nabe" qîr kirin kirin.
Mitîng bi stranên Koruya Zarokan a Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firat berdewam dike.