Li Amedê bi sedan kes ji bo Atakan meşiyan
Li Amedê bi sedan kes ji bo Atakan meşiyan
Li Amedê bi sedan kes ji bo Atakan meşiyan
Ji bo Ahmet Atakan ê li Hatayê di dema destwerdana tund a polîsan li xwepêşandanê de jiyana xwe ji dest da, Platforma KESK'ê Şaxên Amedê, meş û çalakiyeke girseyî ya bîranînê lidar xist.
Li gel endamên BDP, HDK, ESP û rêxistinên civakî yên sivîl bi sedan kes beşdarî meşê bûn.
Çalakgerên li Kolana Hunerê ya Taxa Ofîsê hatin cem hev, pankartek ji wêneyên kesên di dema berxwedana Gezî de jiyana xwe ji dest dan ku li ser nivîsa "Demokrasiya AKP'ê ew kuştin" vekirin û ber bi AZC Plaza meşiyan.
Di meşê de tim û tim dirûşmên "Şehîdên Gezî namirin", "Emê serî li ber AKP'ê netewînin", "Ji Taksîmê ta Amedê hezar silav ji Rojava re" hatin qîrîn û dowîzên li ser wêneyên ciwanên di çalakiyên li Parka Gezî û li Kurdistanê de ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin hebû, hatin hilgirtin.
Di dema çalakiya rûniştinê de jî, çalakgeran qurnefîl danîn ser wêneyên kesên di çalakiyên Gezî de jiyana xwe ji dest dane û find vêxistin.
Sekretera Jinan a Egîtîm-Sen Şaxê Amedê Fatma Gulçîçek daxuyaniyeke kurt da û bibîr xist ku li Taxa Armûtlû ya Antakyayê, piştî êrîşa polîsan a li meşa bi armanca piştgirîdayina berxwedana Tûzlûçayirê, Ahmet Atakan ê 22 salî jiyana xwe ji dest daye û got, "Li canên ji ber terora polîsan me ew winda kirine, yeka din zêde bû."
Gulçîçek da xuyakirin ku ji dema deshilatdariya AKP'ê û vir ve polîtîkayên "kuştinên kiryar ne diyar û destavêtinan" dewam kirine û got, "Ceylan Onkol, Ûgûr Kaymaz, Abdûllah Dûran û hînê bi dehan zarok û ciwanên mîna wan ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin. Berpirsyar nayên cezakirin, di ser de bi bilindkirina payeya wan re xelat jê re tê dayîn."
Gulçîçek bal kişand ser komkujiyên çeteyên bi alîkariya AKP'ê li Rojavayê Kurdistanê dimeşîne û destnîşan kir ku ew weke Platforma KESK'ê her şêweyên komkujiyên dewletê şermezar dikin û bang dikin ku berpirsyar werin cezakirin.
Çalakiya di bin dorpêça polîsan de pêk hat, piştî daxuyaniyê bi dawî bû.