Li Amedê 'Bîrdariya Wicdanê Hevpar' hat vekirin
Li Amedê 'Bîrdariya Wicdanê Hevpar' hat vekirin
Li Amedê 'Bîrdariya Wicdanê Hevpar' hat vekirin
'Bîrdariya Wicdanê Hevpar' ê ji aliyê Şaredariya Sûrê ve bi şiyara 'Me êş kirin yek da ku careke din neyê jiyîn' bi merasîmeke bi beşdariya beşên cuda yên baweriyan hat vekirin. Şaredarê Sûrê Abdûllah Demîrbaş got, "Îro dem hatiye ku hemû serdest ji gelan lêborînê bixwazin."
'Bîrdariya Wicdanê Hevpar' ê ji aliyê Şaredariya Sûrê ve bi şiyara 'Me êş kirin yek da ku careke din neyê jiyîn' bi merasîmeke bi beşdariya beşên cuda yên baweriyan li Parka Anzele hat vekirin. Di merasîma vekirinê de Şaredarê Sûrê Abdûllah Demîrbaş, Cîgira Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Hafîze Îpek, Serokê Weqfa Dêra Suryaniyan a Dayika Meryem Can Şakarer, Serokê Weqfa Dêra Ermenî Surp Sarkîs Gîragos Vartkes Ergun Ayik, nivîskarê Ermenî Migirdîç Margosyan, endamên Komîsyona Baweriyan a KCD'ê, nûnerên BDP, HDK, DÎAY-DER, BUŞAK-DER, Komeleya Çand û Hunerê ya Pîr Sûltan Abdal şaxê Amedê û gelek welatî amade bûn. Beriya merasîmê welatiyan, nêrîn û pêşniyarên xwe yên der barê bîrdariyê de, bi notekê li panoya kêleka bîrdariyê ve kirin.
'ÊDÎ EMÊ HEVDU NE ÊŞÎNIN'
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û axaftina destpêkê ji aliyê Şaredarê Sûrê Abdûllah Demîrbaş ve hat kirin. Demîbaş da xuyakirin ku ji bo careke din ev êş neyên jiyîn ew hatine cem hev û got, "Êdî dem hatiye; ew kesên êş dane jiyîn, bi êşan re rû bi rû bimînin. Di tevahiya serdemên dîrokê de li ser vê erdnîgariyê gel û bawerî hatine êşandin. Êdî dem hatiye ku em jî bi êşên kişandine û êşên dane kişandin re rû bi rû bimînin. Mirov herî zêde dema bi êşê re rû bi rû dimînin dixwazin xwe ji êşê rizgar bikin. Êdî em jî ne weke berê ne û emê mîna berê nebin. Me ji dîroka xwe ders derxistin. Em bi awayekî rexnedayînê li dîrokê dinêrin. Em weke zarokên vî gelî, êdî vê bi awayekî zelal tînin ziman; tevî wan serdestên ev êş bi me da kişandin, emê weke gelên vê axê bi hev re bijîn. Êdî emê hevdu ne êşînin. Emê nebin kujerên serdestan. Ji ber vê yekê em rexnedayîna xwe didin mirovahiyê, gel û baweriyan."
'JIYANEKE DI NAVA AŞTÎ Û XWIŞK-BIRATIYÊ DE'
Dûre li ser navê Civata Ermeniyan nivîskar Migirdîç Margosyan peyivî û bi gotina "Min ji Taxa Gawiran ji we re silav anî" dest bi axaftina xwe kir. Margosyan got, "Ev tax êdî taxeke ku gawirên wê nemaye, lê dîsa jî tişt nabe, navê wê tê jiyîn. Hêvîdarim ku wê ji niha û pê ve li vê taxê Gawir, Kurd, Elewî hemû gel mil bi mil di nava aştî, xwişk û biratiyê de bimeşin."
Piştî Margosyan Serokê Weqfa Dêra Suryaniyan a Dayika Meryem Can Şakarer peyivî û got, "Ev bîrdariya ku êş û zilma berê li gelan hatibû kirin tîne bîra me, divê me ber bi xwişk û biratiyê ve bibe. Em her roj dibînin ku ev têkiliya xwişk û biratiyê xurtir dibe."
Cîgira Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Hafîze Îpek, Serokê DÎAY-DER Zahît Çîftkûran, Endamê Komîsyona Baweriyan a KCD'ê Samet Bîlgîn, Rêveberê BDP'ê yê Amedê Mahmût Yokûş, li ser navê Elewiyên Turkmen Serokê BUŞAK-DER'ê Aydin Atli li merasîmê axivîn. Piştî axaftinan kûrdeleya bîrdariyê ji aliyê nûnerên gel û baweriyên cuda ve hat birîn. Merasîm bi kişandina wêneyekî komî li pêşiya bîrdariyê, bi dawî bû.