Li Amedê çalakiya 'Dest nede stantê'
Li Amedê çalakiya 'Dest nede stantê'
Li Amedê çalakiya 'Dest nede stantê'
Endamên Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê (DUO-DER), bi boneya êrîşa polîsan a li dijî stanta rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat şermezar bikin çalakî pêk anîn. Xwendekaran diyar kirin ku tiştek nikare wan ji armanca wan dûr bixe.
Duh Endamên Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê DUO-DER'ê li kampusa Zanîngeha Dîcleyê stanta rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê vekir. Xwendekarên ku ji bo piştgiriyê stantên rojnameyan vekir, rastî mudaxaleya polisan hatin. Piştî bûyerê piştî derketina fakulteyê polîsan xwendekarê bi navê Vakkas Korkmaz û Esra ku paşnavê wê nehat zanîn jî di navde, 4 xwendekar binçav kirin.
Endamên Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê (DUO-DER), bi boneya êrîşa polîsan a li dijî stanta rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat şermezar bikin çalakî pêk anîn. Li ser navê xwendekaran Hasan Dogan, daxuyanî da û diyar kir ku ew dê stantên xwe û xebatên xwe berdewam bikin û polîs nikare xebatên wan asteng bike.
Xwendekaran di çalakiyê de silogan berz kirin û govend gerandin. Polisan jî bi kamerayan çalakî kişand qeydê û bi TOMA û maşîneyên zirxî jî rewşek OHAL'ê ava kirin. Polîsan nasnameyên xwendekaran lêgerin kir.