Li Amedê coşa 15'ê Tebaxê

Li Amedê coşa 15'ê Tebaxê

Li Amedê, 29. salvegera roja destpêkirina têkoşîna çekdarî ya PKK'ê, bi şahiyeke bi heybet aht pîrozkirin. Bi hezaran kesên li Qada Stasyonê ya bi rengên netewî yên Kurd hat xemilandin li hev kom bûn û li ber stranan govend gerandin û cejna vejînê pîroz kirin.

Bi wesîleya pêngava 15'ê Tebaxa sala 1984'an ku di nava Kurdan de weke cejna "vejîn" û "berxwedanê" tê dîtin, Rêxistina BDP'ê ya Amedê li Qada Stasyonê şahiyek organîze kir. Qada Stasyonê ku bi rengên kesk, sor, zer û alên BDP'ê hat xemilandin, bi kincên netewî yên jinan, rengîn bû.

Bi wesîleya salvegera rojnameya Kurdî Azadiya Welat, hat xwestin pankartek li ser wêneyên rojnamevanên girtî û "şehîdên çapemeniyê" hebû li qada pîrozbahiyê bê daliqandin, lê belê li destwerdana polîsan rast hat. Polîsan dest danîn ser pankartê. 

Di pîrozbahiyê de girseya gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalana, alên PKK, YPG û KCK'ê hildan û pankartên bi nivîsa "Bi giyana 15'ê Tebaxê re em her derê bikin cihê berxwedanê", "Gelê Rojava ne bi tenê ye" daliqandin.

Di nava bi hezaran beşdarên pîrozbahiyê de dayika endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Ethem Karabûlût (Nûman Amed) Remziye Karabûlût, Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, Hevserokên BDP'ê yên Amedê û Şaredarên Amedê amade bûn.

Ewlekariya qadê ji aliyê endamên BDP'ê ve hat kirin û balkêş bû ku li ser wezîfedarên ewlekariyê tîşortên bi nivîsa "Ji Serok re azadî" hebû. Dema pîrozbahiyê destpê kir, çar ciwan bêyî sedem were nîşandan hatin binçavkirin. Binçavkirina Mûrat Okatan, Alî Eken, Mehmet Pehlîvan û ciwanekî bi navê Yilmaz ê paşnavê wî nehat zanîn, li nerazîbûna gel rast hat û li ser vê yekê di navbera gel û polîsan de tengezarî derket.

Di rêzgirtina deqeyekê ya ji bo cangoriyên Kurdistanê, beşdariyên pîrozbahiyê bi yekdengî dirûşma "Şehîd namirin" qêriya.

Dûre koma zarokan a erbanê derket ser dikê û li pêwendiyeke mezin a gel rast hat. Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî piştî komê derket ser dikê û di axaftina xwe de got, "Bi şehîd Egîd re, gelê Kurd zincîra koletiyê şikand û hat roja îro ya nêzî azadiyê."

Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan jî bi gotina "Roja we ya vejînê û berxwedanê pîroz be" dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku beriya 15'ê Tebaxa 1984'an ziman, çand û nasnameya Kurd heft qat ketibû binê erdê û got, "Lê îro ziman û çanda wan heye. Ev jî bi têkoşîna bi 15'ê Tebaxê re hat bidestxistin. Îro ew roja biryardariyê ye ku beriya 30 salan hat gotin ku ez vê jiyana lanet qebûl nakim. Gelê Kurd, mîna Che Guevera yê Kubayê, bi têkoşîna Mamsûm Korkmazan û Kemal Pîran ên gelê Kurd, hatiye roja îro. 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd mîlad e."

Aydogan şoreşa Rojava ya bi pêşengiya gelê Kurd jî weke "berhemeke 15'ê Tebaxê" bi nav kir û got, "Dixwazin vê şoreşê têk bibin. Serkêşê van hêzên dixwazin şoreşê têk bibin jî Tirkiyeye. Eger hûn dixwazin şoreşa gel têk bibin, diyare we hînê YPG nas nekirine. Eger we YPG nas bikira, hûnê neketibûna nava hewldaneke bi vî rengî. Eger Tirkiye dixwaze aştiya navxweyî têkûz bike, divê dest ji destekkirina El Nûsra berde. Ji bilî vê rêyeke duyemîn tineye. Kurd şoreşa Rojava weke şoreşa xwe, azadiya gelê Rojava weke azadiya xwe dibîne. Divê AKP di haya vê debe û li gorî wê tevbigere."

Piştî axaftina Aydogan sînevîzyonek li ser 15'ê Tebaxê hat nîşandan û bi dirûşman fîşekên hewayî hatin teqandin. Piştre dayika Ertem Karabûlût derket ser dikê û got, "Cejna we pîroz be. Hezar silav ji Rêberê me, gerîlayên me, gelê me re. Silav ji berxwedana YPG û HPG'ê re."

Bi wesîleya salvegera rojnameya Azadiya Welat ku beriya heft salan di 15'ê Tebaxê de dest bi weşanê kir, ji edîtorên rojnameyê Ozan Kiliç axaftinek kir. Kiliç diyar kir ku tevî hemû zext û zordariyan jî wan hewldane zimanê dayikê yê gelê Kurd di nava van 7 salan de jîndar bike û got, "Weke şagirtên Apê Mûsa me ev wezîfeya zor û zehmet dewam kirin û emê dewam bikin. Xwe li wêneyên hevalên me yên girtî jî ranegirtin." Kiliç her weha bang li gelê Kurd kir ku piştgiriyê bide rojnameyê û bibe abone.

Di pîrozbahiyê de hunermend Bulent Tûran, Koma Gulên Xerzan, koma muzîkê ya Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê derketin ser dikê. Pîrozbahî heta derengiya şevê bi govendê dewam kir.

Piştî pîrozbahiyê, bi sedan kes ji bo beşdarî çalakiya nobedê ya li ber avahiya KCD'ê bibin, dest bi meşê kirin. Piştî demeke kurt bi sedan polîsên Tirk bi TOMA'yan pêşî li girseyê girt. Li vê derê di navbera Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut û polîsan de tengezarî derket û polîsan bi ço li Zumrut dan. Girseya gel benda polîsan hilweşand û ber bi avahiya KCD'ê ve meşa xwe dewam kir. Dûre li vê derê dest bi çalakiya nobedê kir ku heta îro danê sibê dewam kir.