Li Amedê di çalekiyan de 2 jê zarok 7 kes hatin binçav kirin
Li Amedê di çalekiyan de 2 jê zarok 7 kes hatin binçav kirin
Li Amedê di çalekiyan de 2 jê zarok 7 kes hatin binçav kirin
Bi sedan kesan li Navçeya Rezan a Amedê bi boneya 9'ê Cotmehê Roja derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Sûriyê şermezar bikin, xwestin meşê pêk bînin polîsan mudaxale kirin di encama bûyerên çêbûyî de 2 jê zarok 7 kes hatin binçav kirin.
Bi sedan kesên ku li Dortyola Rezan a Amedê kom bûn xwestin 9'ê Cotmehê Roja derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Sûriyê şermezar bikin. Girseya ku li Dortyolê kom bûn û xwestin heta Parka Koşuyolu bimeşin, siloganên "Bijî serok Apo", "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" û "Bi can bi xwîn em teranê ey serok" gotin dest bi meşê kirin. Polisan pêşiya girsê girt û destûr neda meşê. Girseya ku di meşê de israr kir rastî mudaxaleya polîsan a bi ava şit û bombeyên gazê hat. Çalakî li nava kolanan belav bû. di encama bûyerên çêbûyî de 2 jê zarok 7 kes hatin binçav kirin.
Li postexaneya Rezanê wê detir polîsan bi hinçeya meş bê destor hatiye kirin bi maşîneyên zirxî pêşiya girseyê girt, girseyê ji li himberî vê bertek nîşan da û çalekiya rûniştinê da destpêkirin.
Piştî ku tu encam ji hevdîtinên Hevseroka Rêxistina BDP’ê Zubeyde Zumrut û rêveberên partiyê li gel polîsan derneket. Polîsan banga belavbûnê li girseyê kir û pişt re jî bi ava şit û bombeyên gazê êrîşî girseyê kir.
Girseyê bi kevir û molotof kokteylan beriva polîsan dan. Pêvçûn dem dem di nava taxan de dewam dike. Di encama êrîşên polîsan de li Rezanê li Dortyolyê 2 kes û li Parka Koşuyolû yê yek jê zarok 5 kes hatin binçav kirn.
Şerê di navbera Ciwana û polîsan derdora saetekê berdewam kir. Pevçûnan di seatên şevê de bidawî bû.