Li Amedê di êrîşa çekdarî de 2 kes hatin kuştin

Li Amedê di êrîşa çekdarî de 2 kes hatin kuştin

Li navçeya Çermik ya Amedê wesayîtek ya park kirî bi çekên lûle dirêj hate reşandin û 2 kesan jiyana xwe ji dest da, kesek jî birîndar bû.

Li gorî agahiyên hatine girtin, li nêzî pira Habûrman ya navçeya Çermik ya Amedê wesayîtekî park kirî ji aliyê kes yan jî kesên nasnameya wan nediyar ve hate reşandin. Newzat Karakaya (23) û Denîz Avci (23) yên di wesayîtê de jiyana xwe ji dest dan, Mehmet Yildiz jî birîndar bû. Yildizê birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Amedê. Lêpirsîna di derbarê bûyerê de didome.