Li Amedê di êrîşeke çekdarî de kesek mir

Li Amedê di êrîşeke çekdarî de kesek mir

Li gundê Çaglayan a navçeya Amed Pasûrê, gundiyekî bi trakforê vedigeriya mala xwe, di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Bedrî Guzel ê li gundê Çaylayanê dima, bi kurê xwe yê 12 salî re danê êvarê, li qiraxa Çemê Sarim ê di navbera Pasûr û Liceyê de piştî ku ji bo çêkirina xaniyê xwe qûm li traktora xwe bar kir, vegeriya malê.

Di vegerê de Guzel dît ku rê bi daran hatiye girtin û ji bo rê veke ji traktora xwe peya bû. Lê belê hingî rastî êrîşa çekdarî ya kes yan jî kesên nenas hat.

Guzel li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û piştî ku kurê wî yê 12 salî agahî da gundiyan, bang li ambûlansê hat kirin.

Cenazeyê Guzel bi ambûlansê rakirin mora Nexweşxaneya Dewletê ya Pasûrê û piştî otopsiyê ji bo bê veşartin radestî malbatê hat kirin.