Li Amedê di navbera bav û kuran de şer: Yek mirî

Li Amedê di navbera bav û kuran de şer: Yek mirî

Li navçeya Bismilê ya Amedê di navbera bav û 4 kuran ên li nav zeviyê dixebitîn pevçûna bi çek derket. Di şer de bav Salih S. mir.

Li gor agahiyên hatin girtin di navbera bav Salih S. û 4 kurên wî ên ku li zeviya li Taxa Ambar de dixebitîn de ji ber sedemeke hê nehatiye zanîn nîqaşa ku derket, vegeriya pevçûna bi çekan. Di şer de bav Salih S. jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê bav Salih S. ji bo otopsiye şandin Saziya Tipa Edlî ya Amedê. Kurê wî yê tawanbarê cinayetê V. S.  ê 14 salî hat binçavkirin. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.