Li Amedê di pevçûna bi çek de 4 kes birîndar bûn

Li Amedê di pevçûna bi çek de 4 kes birîndar bûn

Li navçeya Kayapinarê di pevçûna bi çek a di navbera du koman de derket de 3 jê giran 4 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku bi dest ketin li navçeya Kayapinar taxa 205. a Huzurevlerî di navbera du koman de ji ber sedemekî nehate zanîn pevçûn derket. Di pevçûnê de kesekî bi çeka ji wesayita xwe derxist gule barandin ser koma pêşber.  

Kesê ku 3 jê giran 4 kes birîdar kirin şûnde li gel hevalên xwe yên din ji cihê boyerê reviyan û şopên xwe winda kirin. Hejmarekî mezin a polîs û xebatkarên tendoristiyê hatin sevqî cihê boyerê û birîndar jî bi ambulansa hatin rakirina nexweşxaneyê.