Li Amedê dîmenên OHAL'ê

Li Amedê dîmenên OHAL'ê

Li taxa Deriyê Çiyê ya Amedê, polîsan duh bi şev deriyê Fîskaya girtin û li hemû wesayîtên ji Fîskaya dihatin lêgerîn pêk anîn. Ev pêkanîna polîsan, dîmenên dema OHAL'ê nîşan dida.

Duh bi şev polîsên Tirk bi maşînên zirxî panzer û akrepan ketina Fîskaya ya Deriyê Çiyê girtin. Polîsan hemû wesayîtên ji aliyê Fîskaya ve dihatin rawestandin û nasnameya welatiyan kontrol kirin. Nehat zanîn ka ev lêgerîn û pêkanîn bi kîjan sedemê hatiye kirin.