Li Amedê Festîvala Filmên Navnetewî ya ciwanan
Li Amedê Festîvala Filmên Navnetewî ya ciwanan
Li Amedê Festîvala Filmên Navnetewî ya ciwanan
Festîvala Filmên Navnetewî ya Ciwanan îsal li Amedê tê lidarxistin.
3. Festîvala filmên navnetewî ya ciwanan, li Salona Şanoyê ya Şaredariya Amedê bi konsera Koma Netewî dest pê kir.
Parlementerê BDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkcu, gelek hunermend û xwendekar jî li salona festîvalê amade bûn. Piştî axaftinan, hunermend Pinar Aydinlar û Grup Duşbaz jî derketin ser dikê.
Bernameya festîvalê bi nîşandan Fîlma bi navê "Babamin Sesî" ango "Dengê Bavê min" dewam kir. Festîval wê bi nîşandana filman û bernmaya dewlemend heta 28'ê Adarê dewam bike.